NAVENDA NÛÇEYAN
Ger mirov bêje ku koma faşîst a Erdogan û Bahçelî ber bi jêr ve diçe wê şaş nebe. Polîtikayên ku hundir-derva diheje, axaftina Soylu û Bînalî ya ku asta Turkiye her roj dadixe jêrê, axaftinên Erdogan û Baxçelî ya ku her roj heqaretê dike, bixwaze naxwaze pirsên Tirkiye diçe ku derê? Û çi dibe? dibe pirsên sereke ku hemû gelên Tirkiye ji xwe re bipirse. Dema em dîrokê binêrin ya rast êdî tevahî cihan jî dizane ku polîtikayêe rêveberiya dewleta Tirk her metîngerkirina li ser gelan meşiyaye. Li dijî van polîtikayên faşîst û metînger her tim rewşa refleksê pêş ketiye. Qaseya ku ber meclîsê hatiye avêtin, gotina hemwelatiyên ku ‘çima kurê te naçe leşkeriyê’ ya rast her tim bûye. Lê ne tenê ji hundirê xwe, pêvîste bi derbaskirina dîwara tirsê ji derveyê xwe re jî bibêje.
Gotin emê hilbijartinê bikin, dema nehatin hilbijartin ji YSK’ê ku bi xwe ne re gotin em ê nû ve hilbijartin bikin. Ya rast ji gel re vê ya gotin an tu yê min hilbijêrin an jî’ya wî nîne. Ji wî re jî bendê ne ku em ê bêjin hilbijartin. Wekî ku yê binketiye ji binketinê têr nabe. Di hilbijrtina 7’ê Hezîranê de têk çûn, nebû di hilbijaritnên 31’ê Adarê de jî têk çûn. Destpê her şerê ketin tê de binkevin kirin. Ev gel we naxwaze. Di nav xwe de jî nakokiyên cîddî hene. Ev jî tê wateya ku zêde emrê wan nema. Wisa biçe di destê wan de Baxçeliya ku dibêjin biraya hebûnê û çend komên nîvhêş man. Bi van dikarin heya ku derê biçin. Wek ez ê bibim padîşaha Oamanî derketin rê, lê xuyaye ku ev jî nebû, kêm ma vegerin dîsa Kasimpaşa’yê. Wisa di qadan de ferman xwendinê padîşahî nabe, roj were devran vegere ev ferman bibe fermanê te.
Erdogan ev 17 sale nirxên maddî-manewî yên gelên Tirkiye xwar xwar têr nebû. Ji herikandina xwîna ciwanên Kurd têr nebû. Ji polîtikayên faşîst têr nebû. Di ser de Baxçeliyekî wî jî heye ji zimanan re çîrok e, çi têr bû çi jî dev jê berda. Wekê ku bi eqlên gelên Tirkiye henekên xwe dike. Gelên Tirkiye ji bo hebûna xwe pêvîste di destpêkê de ji van guruhên faşîst rizgar bibe û faşîstên ku dijbên wan ji welat biqewîtine.
Bi vê halê xwe tenê bi guhertinên reformîst ev çûyîn nayê sererast kirin, bîleqîs fêmkirine ku wê tune bibin.
Bi her aliyê ve ev hukumet rewabûna xwe winda kiriye. Vê ya em nabêjin, alîgêrê wan, bi xwe dibêjin. Ger qanunên û zagonên xwe bi xwe bin pê dikin, ji gotinên ku bi xwe gotine bi xwe bawer nakin, asta rewatiya hukumetekî wiha nemaye. Ger bi xwe bi rumet nêz nabin îstîfa nakin, wisa ye gelên Tirkiye ji bo mafên xwe, huquq û nirxên exlaqî pêvîste faşîzma Erdogan-Baxçelî li ser navê jiyana bi rumet û şeref mehkum bikin. Dema qewitandina Bînali’ya ku nikare du peyvan bike, qelemşora wî Baxçelî, Soylu’ya ku çiye ne diyare û Serçete Erdogan hatiye derbas jî dibe.
Bi kurtasî gelên Tirkiye heya niha şêwaza rêveberiya faşîst ji xwe re rewa neditiye. Denîzan, Mahîran, Îbrahîman, Mazluman çawa polîtîkayên faşîst a ku hewldidan pêşbixin ji gelên Tirkiye re rewa nedîtin niha jî pêvîste ciwanên Tirkiye vana ji xwe re rewa nebîn in.Dê ciwano ji bo jiyanekî bi şeref û rumet biherikîn qadan.
Baran Mawa
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka