NAVENDA NÛÇEYAN – Ji destpêka dagirkirina Efrînê, Tirkiyê gavên sîstematîk davêje, bi talankirinê dest pê kir û îro gihişt avakirina dîwarê dagirkeriyê. Jixwe avakirina dîwar bi operasyona li ser parêzgeha Idlibê ji hêla rêjîm û Rûsyayê ve hemdem bû. Armanca serke jî ji bo rê li ber pêşketina hêzên rizgarkirina Efrînê bigire. Ji ber wê Tirkiyê dîwar ji Kela Semanê li ser sînorê Efrînê li gel Idlibê derbasî gundên Berad, Kîmar, Baslê, Cilbirê, Mirêmîn û Kilcibrîn û di ber herêma Ezazê re bir, bi awayekî ku navçeyên bakurê Idlib, bakur û rojavayê Helebê bi ser xwe ve berde, êdî wiha herêma Efrînê ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tê cudakirin. Ev dîwar dê 70 km dirêj be. Heta niha 3km ji dîwarê nû yê dagirkeriyê, bi bilindbûna 4m hatiye avakirin û li ser dîwar jî bircên çavdêriyê bi bilindahiya 8m, kamîreyên germî (termal) û radar hatine danîn, 70 mal li gundê Cilbirê hatine ruxandin û li her gundekî jî xaleke leşkerî hatiye bicihkirin. Tirkiye 65 hêktar zevî ji bo avakirina dîwar dagirkeriyê xirabkir û ji bo heman armancê bi hezaran darên zeytûnan jî birî.
Armanca dewleta Tirk a dagirker ji avakirina dîwarê dagirkeriyê ew e ku herêma Efrînê ji navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê cuda bike, her wiha nasnameya wê herêmê biguherîne û wê dorpêç bike, bi awayekî ku pêwendiyên wê herêmê bi navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê re nemînin û dixwaze wê veguherîne beşek ji Tirkiyê. Tirkiye dixwaze senaryoya Qibrisê û Iskenderonê dubare bike.
Li dijî wan kiryarên dewleta tirk a dagirker Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) çalakiyên dîrokî pêk tine. Di nava 20 rojanên dawî de şervanên HRE’ê di 12 çalakiyan de 69 çete kuştin û 58 çete jî birîndar kirin. Her wiha şervanên HRE’ê gelek malzemeyên leşkerî desteserkirin.
Çalakiyên HRE’ê yên 20 rojên dawî wiha ne: