EDENE – Polîsên dagirker ên Tirk di saetên serê sibê de, li Edenê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edenê dayî destpê kirin de, bi ser malan de girt, lavên malan li hev xistin û dest danîn ser malzemeyên dijîtal.
Hat diyar kirin ku polîsan bi îdîaya “Li ser navê rêxistinê kar kirin” 4 kes binçav kirin û birin Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Polîsan a Edenê.