NAVENDA NÛÇEYAN- Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzer piştî 8 salan yekemcar 2’ê Gulanê karîbûn Ocalan bibînin. Piştre 22’ê Gulanê hevdîtin bi Ocalan re kiribûn.
Parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 810 caran serlêdan kiribûn û serlêdanên wan bi hincetên kêfî hatibûn redkirin.
Hevdîtina Rêberê Gelan Ocalan a bi parêzeran re piştî berxwedana grevên birçîbûnê ya bi mehan pêk hatibû.
Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê, qedexeya hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê 17’ê Nîsanê rakir.
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul jî 16’ê Gulanê daxuyanî da û ragihand ku biryara astengkirina hevdîtinê hatiye rakirin. Lê belê çalakgerên greva birçîbûnê û parêzeran xwestibûn biryar di pratîkê de bi cih were anîn.