BEHDÎNAN – HPG’ê got; “Roja 27’ê Gulanê (duh) seat 23:00’an artêşa TC’ê ya dagirker li dijî herêma Şehîd Derwêş û Şekîf yên herêma Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê operasyona dagirkeriyê da destpê kirin. Hêzên dagirker piştî bombebarana giran a balafirên şer û helîkoperean bi danîna leşkeran a li herêmê xwestine hebûna xwe bidin nîşandan.”
NÛÇEYÊN DEREW
Daxuyaniya HPG’ê wiha didome;
“Çapemeniya şerê taybet, têkilî vê pêvajoyê halanên serfiraziyê di xwe dide, dixwaze rastiyê berevajî bike, bi daneyên derew û şaş hewl dide ku berfirehiya operasyona lidarxistî mezintir nîşan bide. Ev hewldana operasyona bejahiyê ku hewldana pêvajaoya şer a ku par li herêma Lêlikanê dest pê kirî bibin herêmeke dî jî, navê wê çawa were danîn jî, diyar e ku wê bersiva karîger a Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bibîne û yek ji têkçûna giran a dîroka xwe wê bixwe.
Têkildarî bombebaran û operasyona li herêmê ya didome de wê agahiyên berfireh têkildarî pêvajoya operasyonê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.