NAVENDA NÛÇEYAN
Çapemenî çi ye, pêvîste bi çi armancê were bikaranîn? Dema em biçin kokên wê yên dîrokî îro kanalên TV, kovar, rojname hwd. Faliyetên ku bi gelek rêbazan ve hatiye dewlemendkirin e. Ger pêvîste mirov zêdetîr bi rojane vebêje rewşa ku ji pêşketinan agahdar “dike” ye. Di dîrokê de ev rêbaz bi giştî ji bo xurtkirina parastina cewherî ya di navbera gelan de hatiye bikaranîn. Ango wiha; jibo ji felaketên xwezayê xwe parastin, li dijî êrîşêkî ji berê ve agahdarbûn û bi vê sayê tedbîrên pêvîst girtin, di derheqa cihê ku di tê de jiyan dike agahî girtin, heman şewazê di derheqa herêmên cîran de agahî girtin hatiye bikaranîn. Bi gîştî ji bo xîzmeta gelan bûye, her çiqas îro jî veguherîye pîşeyekî pir navdar jî ya rast avakirina vê faliyetê dîsa gel bûye. Ev rêbaz li dijî kesên zirar didin bûye rewşa rêbaza herî bi hêz a rêxîstînkirinê. Ji bo her rewşê hatiye bikaranîn. Bi vê sayê gelek tevgerandinên bi armanca dagirkeriyê û îstîlayê hatiye têkbirin. Faliyetên kolekirinê bi saya vê faliyetê di pîvanek mezin de hatiye vala derxistin.
Lê, pêşketina çapemeniyê ya bi navendiya serdest û yekdestî ve belkî jî çapemeniya ku taybetmendiya wê ya herî sereke bêalîgîrî bû, êdî di cihê ku gelan şiyar dike, tedbîr- xweparastin pêş bixe ji bo bi giştî gel were razandin û bêparastin kirin hatiye bikaranîn. Îro mixabin çapemenî buye cihê herî navdar a faliyetên ku civakan ji koka wan dur dixe, ji xwe derdixe. Di bin sernivîsa li Kurdistanê pêvîste çapemenî çawa nebe de, em ê ji weşana rojane ya kanala Rudawê ya ku bi giranî ji nûçeyên Başurê Kurdistanê pêşkeşiyê dike binêrin.
Rudawa ku yek ji kanalên li Başurê Kurdistanê herî zêde tên temaşekirine, di derheqa polîtikayê wê ya weşanê çi ye, ji çi re xîzmetê dike, ji kî re dixebite hêj jî nayê zanîn. Sedema vê nezanbûnê ne ku Rudaw polîtikayê xwe ji temaşevanan re neveguhestiye nîne. Girseyê ku temaşe dike tê zanîn derdora Kurd e. Rudawa kanala TV a Başurê Kurdistanê, ji kîjan girseyê re, ji kîjan bîrdoziyê re hîtap dike? Ev sazî ji kî re xîzmet dike ji gelek derdoran ve bi hevokên kurt û cewherî tê terîfkirin. T3e gotin aîdê “Malbata Barzaniyan e”. Ji ber vê jî bîrdoziya malbata Barzanî hundirîn dike û di pêy şopa belavkirinê wî de ye. Wisa ye, ev Rudaw rê ya çi dişopîne.? Em hinek vekîrî biaxivin. Di çarçoveya giştî de xala ku ji herîkandina weşanê wê tê fêmkirin, Rudaw her tim êrîşkirina her berjewendiyên Tevgerên Azadiya Kurd a Kurdistanê, di mejiyê gelan de tam jî ji bo kêrê neyar were, kêm agahdarkirin ve hewldana algiyên “NECIH” û ne rast afirandin, bi her halê xwe di nav hewldanên berê civaka Kurd ber bi neyarê wî ve dayîn, deriya “hêvî di wir de ye ango di destê neyar de nîşandayîn e. Yê ku herî zêde êrîşê Şoreşa Rojava dikir ne kanala ATV, Kanal D, nizam çi nizam çi nebû. Îro jî ne sergirtî bi VEKÎRÎ propagandaya ENKS’ê ya ku herî zêde di kêleka kesên ku herî zêde xwîna Kurdan dirîjîne û xaka wî dagir dike cih digre dike RUDAW e. Wekî ku hemû Şoreşê ne ku Kurd, Ereb, Asurî, Suryanî, Tirkmen kirine wekî ABD kiriye nîşandayîn, ji bo rizgarkirina bajarê Kobanê ya ku li ber çavê cihanê bi şehadeta bi hezaran YPG’ê yan ve hate kirin, ji berdevkê PYD re pirsa “Ger ABD nebûya hûnê bikariyan rizgarbikirina?” pirsî dîsa pêşkeşvanê nûçeyan ya RUDAW’ê bû.
Vê kanalê kî rêve dibe? Berê daxuyaniya ÎHD’ê di derheqa grevên birçîbûnê, agahiyên ku Grevên Birçîbûnê wê dawî bibe parvekirinê, hinek pirs xist mejiyan. Tesadûfe ku poltîkayê ku ev dişopîne û polîtîkayên MÎT’ê ya Hukumeta Tirk li hember Kurdan ku yek ji neyarên Herêma Xweser a Kurdistanê ye dijbên hev? Rêya ku MÎT dişopîne çi ye? Avê biçîkîne masiyê bigre. Vana Gelên Kurdistanê heta hemû gelên Rojhilata Navîn a ku bi xwînê xwe av daye şitla Azadiyê û şîn kiriye êrîş dike, bi hedefgirtina wan dixwaze çi bike? Tu di Rudawê de daxuyaniyên faşîsta bi navê Dewlet Baxçelî ya ku heya niha tu feydeya wî ji gelê Kurd re nebûye dixwînî. Wekî ku ji çapemeniya Tirk dixwînî ji mirov re tê. Dîsa di pêvajoya Referandumê de derewa “Birayên min ê Kurd” ê Tayyîp Erdogan a ku di wê pêvajoyê de berteka herî tund nîşan da û artêşa xwe, gotin di cih de be li ser sînora Başurê Kurdistanê de kom kir ji gelên Bakur, Başur, Rojhilat, Rojava û heta heya gelÊn Kurdistanê yên Ewrûpa gihand Rudaw bû. Belavokên ku ji aliyê Artêşa Tirk ve bi balafirên şer ve li herêma parastina medya re hate avêtin, bi xistina rojeva xwe û wekî ku bangawaziya xwe ye tewr girtina wî bi her tîştê xwe vexwendina xeta xiyanetê ya ku nûnertiya wî dike dîsa Rudaw bû. Ev kanale ku êrîşên ji xaka wî re ji neyarê herî xirab ve dihat kirin, wekî ku ev bi xwe dike nîşan dida û normalize dikir dîsa ev kanal bû. Kî propagandaya Tayyîp Erdogan, Artêşa Tirk dike? Bi taybet propagandayên wisa çima dike? Wisa xuyaye ku kanala Rudawê çi civakiye çi jî Kurdistaniye. Şaxekî çapemeniyê ya AKP ê Başurê Kurdistanê ye. Bi nûçeyên xwe ya dawîyê xwe deşîfre kiriye. Ji mirovatî û Kurd re neyar e. Rudaw kesên ku kêr jê nayê û bêkaran kombûye, ango MÎT bi xwe ye MÎT e.