ŞENGAL – Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) wê 1’ê Hezîranê li qada Laleş a Xanesorê kongreya xwe ya duyemîn lidar bixe. Ji ber vê jî banga tevlîbûneke mezin li tevahî ciwanên Êzidî hate kirin.
YCÊ îro bi vê armancê vexwendinname li ser ciwanên Şengalê belav kirin û di vexwendinnameyê de ji ciwanan hate xwestin ku beşdarî kongreyê bibin.
Di belavoka vexwendinnameyê de têgotin ku ewê kongreya duyemîn bi dirûşma, “Emê bi rêxistinbûyîna ciwanên Êzidî pergala Îmralî hilweşînin, xweseriya Şengalê mîsoger bikin”lidar bixin.
Her wiha di heman belavokê de îşaret bi pirsgirêkên xwe rêxistinkirina ciwanên Êzdî û astengiyên li pêş jî tê kirin û wiha têgotin, “emê hem pirsgirêkên xwe rêxistinkirinê û kelemên li pêşiya wê, hem mijara aboriyê û bixwe debara xwe kirin û rêvebirinê binirxînin. Her wiha wê pirsgirêkên ciwanan ên dikevin bin bandora dijmin, ji çanda û dîroka xwe dûr dikevin jî dest bigirin.”
Bi berdewamî di belavokê de wiha têgotin, “Emê pirsgirêkên perwerdekirina ciwanan, pirsgirêkên dûr ketina ji civaka xwe û nebûna tifaqê jî binirxînin. Ji bo em tola fermanê, Mam Zekî û şehîd Bêrîvan Şengal hilînin û xwe ji nûve ava bikin, divê em van xalan bihevre di kongreyê de guftûgo bikin û çareseriyê pêş bixin.”