RIHA – Ji 51 kesên 18’ê gulanê li Taxa Dêrto ya navçeya Xelfetî ya Rihayê hatibûn destgîrkirin, 28 kes birin edliyeyê. Ji 28 kesên birin edliyeyê Celal Ercan, Celal Yildirim, Cîndî Zîncîrkiran, Mehmet Alakûş, Zekî Alakûş, Besravî Atmaca, Fahrettîn Alakûş, Fatma Alakûş, Mûstafa Kahraman, Omer Gul, Vakas Kiliç, GazelayAlakûş û Mehmet Salîh Yildiz ên piştî îfadeya wan a li dozgeriyê û şûnde bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 13 kesên sewqî dadgehê hatin kirin bi sûcê ‘Endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.
Abdullah Polat, Mahmut Pehlîvan, Tacettîn Gul, Feyzullah Gul, Emîn Zîncîrkiran, Halîl Zîncîrkiran, Mehmet Yildirim, Ugur Yildirim, Mûstafa Yildirim, Abdullah Yildirim, Mehmet Korkmaz, Ahmet Korkmaz, M. Saît Çîftçî, Kader Çîftçî û Guler Alakûş jî bi fermana dozgeriyê hatin beradan.
Celal Ercan ê di nava kesên hatibûn destgîrkirin de di îfadeya xwe ya li dadgehê anî ziman ku ji ber êşkenceya li emniyetê guhên wî nabihîsin, tiştên li emniyetê çi jê kirine nizane û çi pirs jî kirine. Parêzerên Ercan jî diyar kirin ku muwekîlên wî nizanin binivîse û bixwîne, guhê wî ziyan dîtine, ji ber lêdanê guhê wî nabihîse.
Celal Yildirim ê 12 roj bûn destgîrkirî, îfadeya xwe ya li emniyetê nepejirand, anî ziman ku îfadeya wî di bin êşkenceyê de daye û daxwaza berdana xwe kir. Parêzerê Yildirim jî destnîşan kir ku tevî parastina xwe bi nivîskî jî daye, di dema îfadedayînê de agahî nedane wan.
Cindî Zîncîrkirin ê ku êşkence lê hatiye kirin di parastina xwe de got li emniyetê dibin êşkenceyê de îfadeya wî hatiye girtn û sûcdarkirin qebûl nekir. Piştre parêzerê wî axivî û got ew îfadeya muwekîlê xwe ya dibin zabitayê de qebûl nakin. Parêzer diyar kir ku îfadeya wî ne li gorî hiqûqê hatiye girtin û daxwaza berdana muwekîlê xwe kir.
‘BI ZAROKÊN WAN GEF LI WAN HATE XWARIN’
Piştre di parastina Fahrettîn Alakûş de jî hate gotin ku li emniyetê îfadeya wî dibin êşkenceyê de hatiye girtin û îfade qebûl nekir. Parêzerê Alakûş di parastinê de got dema wergirtina îfadeya muwekîlê wî de weke parêzer beşdarî îfadeyê nebûye. Parêzer diyar kir ku muwekîlê wî bûyerên jiyan kirine ne gotiye û êşkenceyên giran lê hatiye kirin. Parêzer got destdirêjî li hevjîna muwekîlê wî hatiye kirin û çi bi wî hatiye kirin ne gotiye. Parêzer diyar kir ku 3 zarokên temenê wan 14-15-16 yê muwekîlê wî hatiye destgîrkirin û gefa zarokên wî lê hatiye kirin. Parêzer sûcdariyên muwekîlê xwe qebûl nekir û daxwaza berdanê kir. Fatma Alakûş a ku li dadgehê parastina xwe kir diyar kir ku îfadeya wê li emniyetê hatiye kirin, lê tiştek famnekiriye, gelek tiştên kû bêje hene, lê ji ber rewşa li holê şermkiriye û negotiye û wiha got; “Ev ne edalete. Sûcdariyên li min tê kirin qebûl nakin. Îfadeya bazbend bi êşkenceyê hatiye dayîn qebûl nakim.”
Piştre Gazaley Alakûş jî parastina xwe kir û got îfadeya wan a li emniyetê bi êşkenceyê hatiye girtin. Alakûş di parastina xwe de got; “li emniyetê êşkence li min kirin. Bi cop û pêyan êrîşî min kirin. Elektirîk dan laşê min. Gelek tiştên din kirin lê ji ber reşwa li holê ez nikarim bêjim.”
Zekî Alakûş jî got dema destgîrkirinê êşkence lê hatiye kirin, îfadeya li emniyetê jî qebûl nekir û bi êşkenceyê bi zorê îfadeya wî hatiye girtin. Alakûş got ji bo pirsên li emniyetê bersiva “erê, na” daye, ji ber êşkenceya lê hatî kirin serê wî ne temame û sûcdarî qebûl nekir.