ŞENGAL – Beriya 2’mîn Kongreya Yekîtiya Ciwanên Êzîdî ciwanan hemû ciwanên êzîdxanê vexwendin ku beşdarê kongreyê bibin.
Li Şengalê endamên Yekîtiya Ciwanên Êzîdî, Şiyar û Ayşe di serî de ciwanên êzîdxanê yên Efrîn û Ewrûpayê, ji hemu ciwanên Êzîdxanê re bang kirin ku werin beşdarî Kongreya 2’mîn bibin. Endamên Ciwanan di axaftinê xwe de diyar kirin ku kongreya wan di 1’ê Hezîranê de li Xanesora Şengalê were li dar xistin û gotin ku gelek ciwanên Êzîdî ji Efrîn û Ewrûpa wê werin beşdarî kongreya wan bibin. Her wiha diyar kirin ku ew bawerin ev kongre pir bi xurt derbas bibe.
Ciwanên endamê Yekîtiya Ciwanên Êzîdî di bangawaziya xwe de gotin ev kongre ji bo rêxistinkirina Ciwanên Êzîdî pir bi hêz bibe û armanca wan a sereke azadkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e.