STENBOL – Li navçeya Stenbolê Çekmekoy kolana Alemdag di derdora saet 15:30’an de atolyeya mobîlyayan bi agirê ku sedema wê nayê zanîn şewitî. Agirê ku sedema wê nayê zanîn fabrîkayê dorpej kiribû, her wiha gelek agirkuj hatin cihê şewatê ji bo ku agir bitefine.
Ekîbên agirkuj bi hejmarek mezin mudaxaleyî agir kir. Dumana ku ji gelek dur ve dihat ditîn ji hewa ve dîmenên wê hatin kişandin. Di dîmen de zerar ku gihişt atolyeyê û mezinbûna agir hat ditîn.
Beriya niha Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) li vê herêmê çalakiyên xwe ragihandi bû, û diyar kiribû ku wê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyên wan ên şewitandinê bidomin.