STENBOL – Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê û Koordînasyona Krîzê ya Marmarayê, rapora li ser grevên birçîbûnê li Şaxê Stenbolê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi civîneke çapemeniyê eşkere kirin. Di civînê de pankarta bi nivîsa “Bila mafê hiqûqî û tibî yê çalakgerên greva birçîbûnê ji wan re bê dayin” hate daliqandin.
KOÇYÎGÎT: CEJN NABE BIBE HINCET
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir, bi qasî dema greva birçîbûnê pêvajoya piştî wê jî girîng e. Koçyîgît got, “Li gorî agahiyên gihîştine me, ev pêvajo baş nayê birêvebirin û wezaretê amadekariyek di vî warî de nekiriye û xwe ji hevkariyê re girtiye.”
Koçyîgît bal kişand ser nêzîkatiyên rêveberiyên girtîgehan ên neyînî û got, “Di dema cejnê de divê revîr vekirî be. Di asta pêwîst de personel amade bin. Divê ji bo rewşeke lezgîn û sewqkirinê amadekarî timî hebe. Ev yek ji bo me gelekî girîng e. 3 mehên destpêkê gelekî krîtîk in. Kantîn divê di dema cejnê de vekirî be.” Koçyîgît anî ziman, li gelek deveran girtî bi hinceta betlaneya cejnê nayên veguhastin û destnîşan kir, nabe ku cejn bibe hincet.
YOLERÎ: HIN HENE HÎN DOKTOR NEDÎTINE
Seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî diyar kir ku hin girtî hene hîn doktor nedîtine û got, “Ev yek tê wateya binpêkirina mafê tedawî û tenduristiyê. Em dixwazin ev yek tavilê bê sererastkirin. Em destnîşan dikin, derengxistina tedawiyê di serî de mafê jiyanê dikare rê li ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê veke. Ji tecrûbeyên grevên birçîbûnê yên salên 1996 û 2000’î em zanin ku 2 an jî 3 mehên piştre dikare rê li ber pirsgirêkan veke. Em bang li wezaretê, rêveberiya girtîgehan û rayedarên dewletê dikin: Berpirsyariya xwe bi cih bînin. Bêyî cihêkariyê divê mafên girtiyan ji wan re bên naskirin. Raya giştî ya demokratîk jî divê bi hesasiyet vê pêvajoyê bişopîne.”
EKMEZ: LI PROTOKOLÊ NAYÊ
Endamê Desteya Rêveber a Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) Murat Ekmez jî got, piştî greva birçîbûnê pêvajoya xwarin û vexwarinê krîtîk e, pêvajoya ji şopandina greva birçîbûnê girîngtir e û diyar kir Wezareta Tendiristî û Dadmendiyê ber bi danûstandinê naye. Ekmez got, şopandina piştî greva birçîbûnê girîng e, divê ji hêla komeke pispor ve ku di nav de norolog, daxîlîyekar, diyetîsyen û metabolîzmayê ve were rêvebirin lê agahiyên ku ji girtîgehan tên nîşan dide ku ev kontrol nayên kirin, xwarinên her carê didin girtiyan û girtî ji nav van ên ku dikarin bixwin, dixwin. Ekmez her wiha diyar kir Wezareta Tendiristiyê prokolê bi cih nayîne.”
ERGÛL: DEWLET HÊ JÎ LI GORÎ YASAYÊN XWE NAÇE
Yek ji parêzerê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergûl jî got, ”Daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ew bû ku Tirkiye yasayên xwe bi cih bîne. Grevkarên ku kirin Tirkiye li gorî yasayên xwe biçe niha dîsa, ji bo ku Tirkiye li gorî yasayên xwe naçe nikarin xwe bigihînin derfetên tendiristiyê. Tecrîd ehbû, li dijî tecrîdê kirin ku Tirkiye li gorî yasayên xwe biçe. ”
‘HIŞYARIYA ‘NEXWEŞIYÊN MAYINDE’
Serokê Şûbeya Anatoliyê ya Sendîkaya Kedkarên Tendiristiyê û Xizmetên Sosyal (SES) Erdal Guzel jî got, ”Di nav 3 mehan de heke mudahele neyê kirin, wê nexweşiyên giran li 3 hezar girtiyan peyda bibin. Ev ji bo wijdanê me tiştekî hewce ye.”
JI RAPORÊ
Piştî axaftinan de rapora ku hatî hazirkini bi raya giştî re hate parvekirin. Di raporê de ya bi dîroka 26-31’ê Gulanê de hate gotin li gorî hevdîtinên ku hatin kirin li nexweşxaneyan ti hazirî nehatine kirin û gotine, heta ku ji Wezaretê ferman neyê, wê ti haziriyê jî nekin û Wezaretê ti fermanek nedaye. Di raporê de her wiha hate gotin piştî greva birçîbûnê ya domdirê heke neyên tedawîkirin, nikaribin rast bixwin û vexwin, mirin jî di nav de rîskeke zêde heye ku nexweşiyên giran li girtiyan peyda bibin û ji bo lezgîniya rewşê vebêjin û haziriyên hewce werin kirin wan daxwaz kirine ku bi Walî û rayedarên wezaretê re hev bibînin lê bersivek nedane dawazên wan, rayedaran an ew nedîtine û an jî rayedarên ku ew dîtine tenê guhdarî kirine.
Bi berdewamî hate gotin li gel ku 6 roj di ser qedandina greva birçîbûnê re derbas bûne jî, bi kelepçeyean mieyene têne kirin, bi rîngê girtiyan dibine nexweşane, li revîra nexweşxanê tedawî tênekirin û xwarinên ne guncan didin girtiyan. Herî dawî hate gotin gelek girtî ranekirine nexweşxanê, şopandina rojane bi dawî bûye tenê dema ku nexweşiyên giran çêdibin bi destûra rêveberiya girtîgehê wan dibine revîrê.