ENQERE – Ekîn Ceren Dogrûak (Amara) ku di 31’ê Gulanê 2015’an de li Herêma Federal a Kurdistanê di encama qezayeke trafîqê de jiyana xwe ji dest dabû, di 14’emîn salvegera mirinê xwe de li ser gora xwe bi beybûnan hat bibîranîn. Dayik û bavê Dogrûak Hulya Dogrûak û Nûsret Dogrûak, hevalên wê yên dibistanê û endamên rêxistina HDP’ê ya Enqereyê beşdarî bîranîna ku li Goristana Karşiyakayê pêk hat, bûn. Di bîranînê de gora Dogrûak bi gul û beybûnên ku gelek ji wan hez dikir hat xemilandin.
EM Ê TÊKOŞÎNA WÊ BIDIN JIYANDIN’
Di bîranînê de Avnî Kalkan axiftinek kir û diyar kir ku Ekîn Ceren her tim di dilê wan de ye û wiha got: “Me Ekîn ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin jî. Em ê têkoşîna wê bidin jiyandin.”
‘EM PIR BÊRÎ DIKIN’
Bavê Dogrûak Nûsret Dogrûak jî diyar kir ku her roja ku derbas dibe bêrikirina wan mezin dibe û ev tişt anî ziman: “Cana min, beybûna bejahiyê ya dayika xwe, serperiya evîndara çiyayan. Ekîn Cerena me, dela me, em pir ji te hez dikin. Em bêriya te dikin.”