BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê ya daxuyaniyek nivîskî da got: “Êşkence û pêkanînên li Gundê Derto yê navçeya Xelfetî ya Rihayê pêk hat weke êrîşekî dij mirovî wê di bîreweriya mirovan de tim zindî bimîne. Em vê qet ji bîr nakin. Êrîşa li dijî gelê Kurd û jinên Kurd hatî kirin, carekî din dijminahiya TC’ê ya bi rêbazên DAÎŞ’ê ya li dijî nasnameya azad û rûmetê gelê Kurd û jina Kurd, rastiya Erdogan û AKP’ê derxist holê.
Her roja êrîşên qirker, înkar, hişmendiya faşîzna û pêkanînên der mirovî ya li ser gelê Kurd a Erdogan zêde dibe û nirxên mirovî û gerdûnî tine dihesibîne pêk tên. Carekî din rastiya Erdogan û desthilata wê ya li dijî gelê Kurd û jinê, di kesayeta jinê de qirkirina civakê derxistiye holê. Li dijî pêkanînên qirkirina civakê û jinê ya di encama siyaseta tinekirinê de derketiye holê, bi berxwedaneke civakî weke jin, xurtkirina têkoşîna xweparstinê û têkoşînê belavî hemû civakê bikin û bersiv bidin.
Êşkenceya li gundê Dertoyê, israrkirina Erdogan a di rejîma qirkirin û siyaseta pêş xistî de ye. Leşker û polîsên Erdogan bi rêbazên DAÎŞ’ê, li ber çavan rewşa wan a cêwî derketiye holê. Carekî din rastiya AKP’ê û DAÎŞ’ê derketiye holê.
Polîtîkayên serweriya mêr a Erdogan, jin kirina amûr, kole û pêkanîna hişmendiya zayendîparêziyê ye. Li hember jinên gundê Derto yê Xelfetiyê şidet bikar aniye, êşkence û destdirêjî kiriye. Kis xistina serî, êşkence lêkirin, elektirîk dayîn soza wê yekê didin ku wê di têkoşîna xwe ya civak,î û xweparstinê de bi dehcarî hesabê wê bidin.
Didin nîşandan ku divê rêxistinên jinan ên Tirkiyeyê û cîhanê dîsa rêxistin û saziyên demokratîk û azadîxwaz di asta herî jor de helwestên xwe nîşan bibin. Bi tiştên nîşanî û refermên hiqûqî nikarin civakê bixapînin. Ti wateya vê nîne. Li dijî vê şideta dewletê û mêr a li ser nasnameya jinê, divê rabin ser lingan. Dîsa têkoşînê bilind bikin, bi ‘Têkoşîna civakî’ hesabê qirkirin, qirkirina jinê û civakê rawestînin bixwazin.
Êşkenceya di encama hişmendiya îtifaqa AKP’ê û MHP’ê pêk hat di nava civakê de nehate qebûlkirin. Nikarin bi vê rêbazê rejîma faşîst a qirker bi sazî bikin.
Bi vê êrîşê ve dijminahiya hişmendiya Qirker a îtifaqa AKP-MHP’ê ya li ser têkoşîna jina azad a ekolojîk, rûmeta azad, nasnameya erdem a xwebû a rêxistinkirî û demokratîk carekî din derxist holê. desthildat qirker a AKP’ê li hemberî dayikên me yên pîroz ên bûne pêşengên xeta jina azad û têkoşîna jinê ya gihiştiyê serî li şidet û êşkenceyê daye.
Carekî din derket holê ku faşîzim herî zêde ji jinên pêşengên têkoşînê li her qada civakê û dîsa bi rêxistinkirî û bi vîn ditirsin.
Ji ber ku bîreweriya azadiyê û ruhê wê bi pêşengtiya jinê di civakê de bibe yek, bibe xwedî bi hêz, tê wateya dawîbûna sîyaseta qirkirin û desthilatê. Dawiya wan e. Çanda serînetewandinê serîrakirina jinê ye. Ronahiya li rûyê jinê dixe ji bo her jinê îlham e, dîsa her sîleya li rûyê jinê dikeve, di dilê her jinê de dibe serhildanek.
Em tevgera jinên azad destdirêjî, destavêtin û heqaretên li hember jinên li gundê Dertoyê ya Xelfetiyê hatî kirin didin nîşand ku êrîşeke li dijî hemû nirxên mirovahî û jinan.
Li dijî hişmendiya qirker û kolekirinê ya mêr em ê hesabê vê pêkanînê bi nasnameya jina azad li her qada têkoşînê bilind bikin. Bang li hemû jinên di serî de li Tirkiye û bajarên Tirkiyeyê dikin ku bi nasnameya piştgiriya jinê, bi hêza kolektîf dakevin qadan û hesab ji desthilata AKP’ê û Erdogan bixwazin. Bi têkoşîna rêxistina jinê ve li dijî polîtîkayên zayendparêz û dewleta faşîst a Erdogan, eniya demokrasiyê xurt bikin, li dijî polîtîkayên zordar û zayendiyê ya AKP’ê têkoşînê bilind bikin.”