BALIKESÎR – Li gel ku çalakiyên greva birçîbûnê ku li ser banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bûn jî hê li gelek girtîgehan girtiyên ku ketibûn çalakiya greva birçîbûnê, sewqî nexweşxaneyan nehatine kirin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Bandirmayê ye. Li girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê di 26’ê Gulanê de bi dawî bûye lê girtî sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin. Girtiyê bi navê Omer Dorûdemîr (22) ku 97 rojan di çalakiya greva birçîbûnê de ma bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehan wan pêk tên ji malbata xwe re ragihand.
GIRTIYÊN XWÎN VEDIREŞIN HENE’
Dorûdemîr ji malbata xwe re ragihand ku ji ber di encama berxwedana wan a greva birçîbûnê û rojiya mirinê de deriyên Îmraliyê hatine vebûne gelek kêf û moral in û wiha got: “Çalakiya me bi serkeftî encam bû lê hê jî me sewqî nexweşxaneyê nekirine. Hevalên me yên ku 140 roj di çalakiyê de mane û hê tedawiyên wan nehatine kirine û xwîn vedireşin hene. Ji bo ku em sewqî nexweşxaneyên bên kirin û tedawiyên me bên destpêkirin divê parêzer û saziyên berpirsyar bên serdana me û bikevin nav liv û tevgerê.”
Dorûdemîr sala 2014’an de li navçeya Licê ya Amedê dema ku li dijî operasyonên leşkerî derketibû û daxwaz kiribû ku operasyon bên rawestandin, ji hêla leşkeran ve hatibû birîndarkirin û girtin. Ji ber ku guleyek di hestiyê wî yê mêjî piştê de heye, di lîsteya girtiyên nexweş de cih digire.