Stêrk Garzan
DEYFE XATUN: Xarzaya Selehattin Eyûbî ye. Li Helebê jidayîk dibe. 25 saliya xwe de ji xanedana Eyûbiyan Elmelik Elzahêr re dizevice. Lê piştî 7 sal şûn de hewserê wê dimire û Deyfe Xatûn cihê wî dibe rêvebira Helebê.
10 sal rêveberiya Helebê dike. Kurê wê 17 saliya xwe de rêveberiyê dewr digire. Lê jiber ku 24 saliya xwe de dimire, Deyfa Xatun cardin dibe rêvebira Helebê û şeş salên din Helebê birêve dibe.
Li hember êrişên Moxolan berxwedaniyek pir mezin dide. Bi dehan caran bi artêşa xwe li hember êrişên Moxolan serdikeve.
Deyfe Xatun piştî serkeftinên xwe yên di şer de, li Helebê dibistanek bi navê Fîrdewsî ku nivîskarê ŞAHNAME’yê ye avadike.
MEHÛŞ SENENDECÎ (Sine): Di sedsala 13. de weke jineke helbestvan derdikeve pêş. Di çaxê xwe de di wêjeya Kurdî de pir navdare.
Mehûş Senendecî di helbestên xwe de ciheke girîng dide êş û azarên gelê Kurd.
Di dema Mehûş Senendecî de ciwaka Kurd êşên xwe yên ji sedema Ereba Îslam rûbirû dimînin bi rêya helbestan tînin ser ziman.
Ji xwe îro ji saya hûnera helbestan çand û dîroka gelê Kurd winda nebûye. Di heman demê de mirov dikare qada wêjeyê bi taybet jî ya helbestvantiyê weke qada tekoşîna jina Kurd jî bi nav bike.
RİHAN LORÎSTANÎ: Di sedsala 15. de jiyan kiriye. Jineke tembûrvan û helbestvaneke mezin ya herêma Loristanê ye.
Rihan Lorîstanî di heman demê de jineke rewşenbîr û bijîşk e.
Hunera Rihan Loristanî, hîna jî di nava folklor û hunera Loristanê de zindîbûna xwe diparêze.
XATÛNA ZADÎNE: Sedsala şazdemîn de li rojhilatê Kurdîstanê Qela Dimdimê keleyek binav û deng bûye. Kurd, li hember Ebbasiyan vê Qela Dimdimê de tekoşînek nav û deng dide.
Jibona parastina Qela Dimdimê jinên Kurd bi fedakarî û welatparêziyeke mezin têkoşîn dikin. Lê dîsa jî Qela Dimdimê dikeve destên Ebasiyan de.
Dema ku Dimdim dikeve destên Ebasiyan bi sedan jinên Kurd, ji bo nekevin destên dijmin jehr vexwarin û xwe ji dîwarên Qelê de avêtin.
Xatûna Zadîne piştî hevserê wê Mîr Ebdela Xan dimire dibe rêvebera heremê. Piştî ku dibe rêveber bi armanca tolhildana wan jinên ku Qela Dimdimê de jiyana xwe ji dest dane, bi artêşeke hezar leşkerî êrîş dibe ser Qela Dimdimê û Qelê dest dixe. Ji artêşa Xatûna Zadîne re hêzên Çengzêrîn dihat gotin. Demeke dirêj rêveberiya herêmê dike.
MAH ŞEREF XANİMA KURDİSTANÎ: Jineke Erdelanî ye û li bajarê Sîne di sala 1804′ an de jidayîk dibe. Di sedsala nozdemîn de ango çaxê serhildanan de jiyan kiriye.
Nivîskar û helbestvaneke navdare. Bi raman û xweşikbûna xwe li ser hemdemên xwe û cîhana edebiyata Îranê bandoreke pir mezin çêdike.
Mah Şeref Xanima Kurdistanî nava Erdelaniyan bi xwe de bi navê MOSTÛRE ERDELANÎ tê naskirin.
Dîvaneke helbestan ya ku ji 20 hezar beytan pêk tê dinivîsîne. Gelek pirtûk û makale nivîsandiye. Pirtûka wî ya herî navdar bi navê Kurdistana Dîrokî ye.
Yekemîn dîvana wê piştî mirina wê 39 sal şûn de ji milê Farsan bi navê Dîvanî Mah Şeref Xanima Kurdistanî tê çapkirin.
Pirtûka xwe ya bi navê Kurdistana Dîrokî de ji ciwanên Kurdan re wiha bangavazî dike; Keç û Xortên Kurd binivîsin. Şerê navxweyî û êşa gelê me binivîsin. Destpêkê hîs bikin û pişt re binivîsin. Bila her tişt ji sibê re bimîne. Dagirkerî, talan û şerê îxtîdarê binivîsin. Yek jî ruxmê wana hemûyan qehremantî û evînên tên jiyankirin binivîsin.
HATU ŞEHNAZ:Jina begê Erdelanê Helo Xan e. Begê Erdelanê Helo Xan jibona parastina Erdelan bi Farsan re ketiye nava şer de. Hatu Şehnaz dema Helo Xan dişîne cihê şer wiha dibêje: ez naxwazim xwîna te bikeve ser axê, lê heger tu dê bizanibî ku axa me wê bikeve destên dijmin, wê demê mirin ya herî xweş û pîroze.
Dema ku şer dijwar dibe jibona alîkariyê HATU ŞEHNAZ ji hemû jinên Erdelanê re bangavaziya tewlîbûna şer dike û wiha dibêje: hemû jinên ciwan bila cilê zilaman xwe bikin û werin cihê şer. Yên ku dixwazin dîl bikevin destên Îraniyan jî bila malên xwe de bisekinin. Jibona ku dijmin ne zane ew jinin, jibona wê dibêje hemû cilên zilaman xwe bikin.
Li ser bangavaziya HATU ŞEHNAZ, 500 jinên Kurd bi cilê zilaman, hesp û şûrên xwe jibona şer amade dibin.
Ew artêşa jinan di komutantiya Hatu Şehnaz de diçe tevlî şer dibe. 3 rojan şereke dijwar tê jiyankirin. Jinên Kurd komutantiya Hatu Şehnaz de tekoşîneke pir mezin didin. Zilamên Kurd ên ku cepha şer de ji wê rewşê hêzeke pir mezin digirin. Û şer bi serkeftina Erdelaniya xilas dibe.
Bi wê awayê Hatu Şehnaz weke yekemîn jina Kurd a fermandar bi nav û deng dibe.
XATÛNA EDÎLE: Sedsala nozdemîn de di herêma Soran de Eşîra Caf bi nav û deng bû. Xatûna Edîle piştî mirina hevserê xwe dibe rêvebera eşîrê. Pazdeh salan rêveberiya vê eşîrê dike.
Xatûna Edîle bi xwe ji bajarê Helebçeyê ye. Bi kesayeta xwe ya bihêz li ser heremê bandoreke pir mezin hebû.
Dewleta Îranê û hinek eşîrên Kurd dixwazin XATÛNA EDÎLE bikêşin nava şerê vê demê yê nîjadperest û berjewendîperest.
Lê Xatûna Edîle bi wana re nabe yek. Polîtîka û siyaseteke serbixwe dide meşandin. Ev rêbazê serbixwe ji bo wê demê gelek girînge. Serbixwe tewgerandin hêz û zanebûna Xatûna Edîle diyar dike.
FATA REŞ: Sedsala nozdemîn de ango şerê Osmanî û Rusan de jina Kurd FATA REŞ bi şerkeriya xwe deng vedide.
FATA REŞ serokeşîra Kurdên Mereşê ye. Bixwe Elewiye. Bi artêşa xwe ya 300 kesî ve ji Mereşê tê Îstenbolê û tewlî şerê Osmanî û Rûsan dibe.
Rojnameyên Rus, Îngîlîz, Fransiz û Almanan hemû li ser şerkeriya wê jina Kurd wiha dinivîsin: “Li ser yekîneyên leşkerî piranî jinên Kurd disekinin û wana asta fermandariyê de nava artêşa Tirkan de cihê xwe digirin”.
Dîsa nivîskarê Hollandayî LOBEL pirtûka xwe ya li ser Tirkiyê de wiha dinivîsîne: Jinên Kurd li gorî jinên din yên rojhilat hê bêtir azadin û weke zilaman egîdin. Mînaka wê ya herî baş jî FATA REŞ e”.
MAYAN XATÛN:sedsala nuzdemîn de jiyan kiriyê û keça mîreke Êzîdiye.Malbata Mayan Xatûn, êş û komkujiyên ku Êzîdî jiber bawariya xwe rûbirû mane têw jê re dibêjin.
Mayan Xatûn bi çanda olê Yêzîdî tê mezinkirin. Li gorî wê çandê Meleka Tawus a ku jiber zanyariya xwe li hember xwedî serî radike ya rastî ji milê xwedî ve meleka herî zêde tê heskirine. Jiber ku xwedî zanyar û azadîxwaze.
Ango Êzîdî xwedî çandeke zanyarî, azadîxwaz û serhildêrin. Jiber wan teybetmendiyên xwe ola xwe, zimanê xwe û çanda xwe hertim parastine.
Mayan Xatûn jineke polîtîk, xwedî hêzeke ramanî bû. Dema ku hewserê wê Mîr Alî Beg dimire Mayan Xatûn dibe rêvebera eşîra Êzîdiyan.
Mayan Xatûn bi rêveberiya xwe ya bi adalet bandoreke pir mezin li ser gelê heremê dide çêkirin. Demekî kin de Mayan Xatûn rêveberiya hemû eşîrên Êzîdiyan û heremê digire serxwe.
Bi kesayeta xwe ya bihêz li ser rêveberên Tûrk û Osmaniyan bandoreke pir mezin dide çêkirin.
Mayan Xatûn di dîrokê de yekemîn jineke Êzîdiye ku dibe Mîr û rêweberiya heremekê dike. Jiber ku nava Êzîdiyan de statûya jinê pir jêr e.
ENCÛM YAMULKÎ: Yekemîn rêxistina jinên Kurd sala 1919 yan de bi pêşengîtiya Encûm Yamulkî tê avakirin. Navê rêxistinê Civaka Bilindkirina Jinên Kurd bû. Serokê wê jî Encûm Yamulkî bû.
Encûm Yamulkî ji malbatek arîstokrat ango çîna jorîn ya civaka Kurdan dihat. Jixwe jinên nava rêxistinê de cihê digirin jî hemû ji çîna arîstokrat a Kurd bûn.
Encûm Yamulkî wê demê jineke bijîjk û rewşenbîr bû. Lê bingehê netewperveriya xwe ji çanda Kurdan zêdetir disparte çanda rojava.
Encûm Yamulkî bi gotina xwe ya ku dibêje “Kurd jibona her tiştî soz nadin, lê dema ku sozek dan jî ji wê soza xwe navegerin.”
ZERÎFE: Sedsala 20 an de bi serhildana Koçgirî weke jineke serhildêr û agîd derdikeve pêş.
Jineke welatpervere û hemû jiyana xwe bi berxwedaniya azad kirina Kurdistanê derbas dike.
Evîna xwe ya bi Elîşêr re, bi evîna Kurdistanê tê hunandin. Tim bi gotina HEVAL gazî hewdû kirine.
Zerîfe him jineke helbestvan û polîtîke û him jî jineke serhildêr û azadîxwaze. Gelek helbest û maqalan dinivîsîne lê piraniyên wan bi destên xayinan dikeve destê dijmin.
Serhildana Koçgirî de asta pêşengîtiyê de rol dileyîze û bi şerê xwe gelek jinên Kurd bandor dike. Şerê çekdarî de bi nîşangeriya xwe deng vedide.
Rêxistin kirin û hişyar kirina gel de xebat dide meşandin û çareser kirina pirsgirêkên aşîran de hewildanên pir mezin dide.
BESÊ: Di serhildana Dersîmê de Besê weke efsaneyek derdikeve pêş. Ji eşîra ALAN e a ku Dersîmê de herî bi nav û deng e û jina Seyit Riza ye.
Bi welatparêzî, şerkerî û lehengiya xwe bandoreke pir mezin çêdike û li hember dijmin şereke pir dijwar dide.
Di bin bombebarana balafiran de heyanê cepxana xwe bi dawî dike berxwe dide. Dema ku cepxana wê xilas dibe bi keviran berxwe dide û pişt re jibona nekeve destên dijmin xwe ji zinaran de diavêje.
Serhildana Dersîmê de gelek jinên mîna Besê qehreman derdikevin. Tê gotin ku serhildana Dersîmê de nêzî 1500 jinên Kurd jibona nekevin destên dijmin de weke Besê xwe ji zinaran de diavêjin yan jî xwe çeman de berdidin.
MERYEMXAN: Di Sedsala nozdemîn de jiyan dike. Keçeke ji eşîra Botî ye. Ango ji Şirnexê ye. Meryemxan dîvana dengbêjan mezin dibe. Her ku li gund dîvana dengbêjan kom dibe, Meryem xan jî li ser banê malê wan guhdar dike. Jiber ku jine, nikare biçe nava dîvanê de cihê xwe bigire.
Nava civaka Botiyan de dengbêjî jibona jinan şerme. Jibona wê Meryemxan bisalan tenê bi xwe re stranan dibêje. Lê dengbêjî jibona wê weke evînê ye.
Ji sedema ku çaxê serhildanan û komkujiya Ermeniyane, malbata Meryemxan neçarê koçberî Musulê dibin. Li wê derê bi malbata Bedîrxaniyan re têkiliyên malbatî çêdikin.
Malbata Bedîrxaniyan ji xweşikbûn û dengbêjiya MERYEMXAN pir bandor dibin.
Piştre Meryemxan bi Mehmet Bedîrxan re dizewice. Lê piştî ku dizewicin şûnde malbata Bedîrxaniyan nahêlin Meryemxan dengbêjiyê bike.
MERYEM XAN ji wê nêzîkatiya Bedîrxaniyan serî natewîne û zilamê xwe berdide. Jiber ku heskirina wê ya dengbêjiyê bi eşq û heskirineke pir mezine.
Piştî ku zilamê xwe berdide diçe Baxdatê cem xwişka xwe Elmas Xan ku bi Îngîlîzekê re zewiciye. Mala Elmas Xan jiber zilamê wê weke malavahiya siyasetmedar, rewşenbîr û hunermenda ye.
Li wê derê Meryem Xan gelek hunermendên Kurd nasdike û bi wan re stranan dibêje. Piştî ku nava wan hunermendan de strana dibêje bi xweşikbûna dengê xwe demekî pir kin de nav û deng dibe.
Bi wê awayê nava ciwaka Kurdan de weke jineke dengbêj dibe yekemîn ku plaqa xwe derdixe. 1939 de di Radyo ya Baxdayê de stranan dibêje. Niha gora xwe li Baxdayê ye.
bi nameyekê jibona hertiştî piştgiriya xwe pêşkeş dike. Li ser wê Qazî Muhamed jê re nameyek spasiyê dişîne.
Dîsa derbarê doza Kurdan û azadiya jinên Kurdan de nameyan ji meclîsa gelên cîhanê re dişîne. Bi wê awayê pirsgirêka Kurd dibe rojeva gelên cîhanê.
Hafza Xan sala 1953 yan de ji qanserê dimire. Dema ku diçe ser dilovaniya xwe, jinên ku ji milê Hafza Xan ve hatine perwerde kirin daxwaziya ku mezelê wê li ser Girê Seyvan çêbibe dikin. Li ser daxwaziya jinan mezelê Hafza Xan li ser Girê Seyvan çêdikin.