NAVENDA NÛÇEYAN
Ji beriya 36 salan 59 ciwanên Kurd ên ji Mihabada Rojhilatê Kurdistanê, bi behaneya ku alîgirtiya partiyên Kurdan kirine, ji aliyê rejima Îranê ve hatin gulebaran kirin.
Piştî şoreşa gelan li sala 1979’an û hatina hêzên Îslamî li ser hikûm dibin serokatiya Xumeynî de, gelê Kurd li dijî vê desthilatdariyê bû. Di referandûma ‘Ji bo Komara Îslamî belê yan na’ de Kurdan dengê na bikaranîn. Ji bona wê gelê Kurd û partiyên Kurdan li dijî kîna desthilatdarê derketin û li herêmê şer rûdan.
Hêzên rejima Îranê rastî têkoşîn û berxwedana gelê Kurd hat. Ji bona wê xwest bi anîna hêzek zêde ya leşkerî deverên Kurd lê bihêz bixe dibin kontrola xwe de. Rejimê bi hezaran leşker anîn herêmê ji bo tunekirina berxwedaniya gelê Kurd.
Di vê pêvajoyê de rejima Îranê bi sedan ciwanên Kurd bi behaneyên ku alîkarî yanjî alîgirtiya partiyên Kurd kirine girtin û xistin girtîgehan. Ji bo nixûmandina binkeftina xwe dest bi darvekirin û komkujiya ciwanên Kurd kir. Di heman salan de bi dehan ciwanên Kurd li Balafirxaneya Sine gulebaran kirin. Ji Kirmanşan bigre ta Ormiye bi dehan ciwanên Kurd ên têkoşer bi behaneya daxwaza azadiyê kirine ji aliyê rejima Îranê ve hatin bidarvekirin û qetilkirin.
Di wê pêvajoyê de gelek ciwanên Kurd ên ji Mihabadê di girtîgehên rejima Îranê de girtîbûn. Rejima Îranê ji bo şikestina xwe binixûmîne, di dawiya meha Gulana sala 1979’an de li Girtîgeha Tebrîz 59 ciwanên Mihabadî dinava çend deqeyek de dadgehkirin û sizayê bidarvekirinê lê birîn û di heman girtîgehê de gulebaran kirin. Lê nûçeya gulebarankirina van ciwanan di roja 2’ê Hezîrana sala 1979’an de bi fermana qeymeqamê Mihabadê hate belavkirin.
Yek ji taybetmendiyên rejima Îranê ya wan salan, bi komî darvekirin bû. Vê pêvajoyê bi gulebarankirina 11 welatiyên Kurd li Girtîgeha Dêzil Abadî ya Kirmşanê destpêkir û ta niha jî berdewame. Mînaka herî dawî jî bidarvekirina sê girtiyên siyasî yên Kurd ên 8’ê Îlona 2018’an e.
Di roja me ya îro de jî komkujiyên rejima Îranê li hemberî Kurdan berdewame, bi dehan ciwanên Kurd di girtîgehên Îranê de bi sizayên darvekirinê hatine siza dan. Rojane jî Kolberên Kurd li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejima Îranê ve tên qetilkirin.