EFRÎN – Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya de hêzên wan, di 31’ê Gulanê û 1’ê Hezîranê li Şêrawa û marê de 1 çeteyên dewleta Tirk û 2 leşkerên dagirker ên tirk kuştin. Çalakiya ku HRE lidar xist bi balafirên bê mirov bi avêtina 2 roket pêk hatiye.
HRE’yê der barê çalakiyê wiha got;
“Hêzên me bi du çalakiyên cûda li navçeya Şêrawa û herêma Marê leşker û çeteyên dewleta dagirker a tirk kirin armanc.
Di dîroka 312ê Gulanê de hêzên me bi çalakiyek taybet li leşkerên tirk ên li gundê Cilbirê yê girêdayî navçeya Şêrawa dan, di encamê de 2 leşker hatin kuştin, û erebeyeke leşkerî jî hate derbkirin.
Di dîroka 1’ê Hezîranê de hêzên me çalakiyek sekvanî li gundê Til Malidê girêdayî bajarê marê li dar xistin, di encamê de çeteyek girêdayî dewleta dagirker a tirk hat kuştin.”