STENBOL – Meclîsa Ciwanên Partiya Demokartîk (HDP) ya Arnavûtkoy avakirina xwe li avahiya navçeyê ya Arnavûtkoyê bi duxuyaniyekê îlan kir. Li gel Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda keya, gelek ciwan beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama Meclîsa Ciwanan Helîn Yilmaz metna daxuyaniyê xwend.
‘EM HEMÛ CIWANAN VEDIXWÎNIN MECLÎSA XWE’
Yilmaz, diyar kir ku ewê xeta berxwedanê ya bi pêşengtiya Leyla Guven dest pê kir mezin bikin û wiha got: “Em bi şîara ‘Tecrîdê bişkîne, faşîzmê parçe bike” Meclîsa xwe ya Ciwanan îlan dikin. Em hemû ciwanên Arnavûtkoyê vedixwînin ku beşdarî meclîsa me bibin. Emê li dijî hemû cureyên tiryak, fihûş û sîxuriyê yên vîna ciwanan dişikînin, derkevin.”
‘DIVÊ EM BI MECLÎSÊN CIWANAN PÊŞIYA PIRSGIRÊKAN BIGIRIN’
Parlemerter Huda Kaya dûre axivî û wiha got: “Piştî bi dawî anîna grevên birçîbûnê, îlankirina meclîsa ciwana em keyfxweş kirin. Em hêvî dikin ku ciwanên me jiyanek birûmet, dilpak û xwedî exlaq dewam bikin. Pergal, ji bo ku ciwan bi siyasetê re eleqedar nebin, wan dixe amûrê hemû sûcên heyî. Pergal, ciwaniyek xurt û bi aqil naxwaze. Çi dibe bila bibe, divê ciwanên Kurd neyin lîstikên pergalê. Divê em bi meclîsên xwe yên ciwanan pêşiya hemû pirsgirêkan bigirin û karibin hemû cureyên perwerdê bidin ciwanên xwe.”
Kaya, herî dawî got ku Leyla Guven di ziyareta wê ya duh de silav ji Meclîsa Ciwanên Arnavûtkoyê re şandin.
Piştî koma muzîkê ya Hewran derket ser dikê, bernameya ciwanan bi dawî bû.