ÎZMÎR – Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Menemenê, di civîna çapemeniyê ya li dar xistin de, avakirina xwe îlan kir.
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Menemen, di civîna çapemeniyê ya li dar xistin de avakirin xwe îlan kir. Civîna çapemeniyê li avahiy a HDP’ê ya navçeyê hat lidarxistin û gelek ciwanên endamên meclîsê beşdar bûn.
Di daxuyaniya ji aliyê endamên meclîsê ve hat xwendin de wiha hat gotin: “Emê li dijî dejenere kirina çand, polîstîkayên siyasete û pişavtin, jiyana demokratîk, azadîxwaz û wekheviya jinê biparêzin. Li ser vî esasî em soz didin ku emê hemû berpirsiyariyên dikevin ser milê me, emê bi cih bînin. Di vê çarçoveyê de em Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Menemenê îlan dikin.”
Ciwana piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.