NAVENDA NÛÇEYAN
Roja 27’ê Gulanê seat 23:00’an artêşa TC’ê ya dagirker li dijî herêma Şehîd Derwêş û Şekîf yên herêma Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê operasyona dagirkeriyê da destpê kirin. Hêzên dagirker piştî bombebarana giran a balafirên şer û helîkoperean bi danîna leşkeran a li herêmê xwestine hebûna xwe bidin nîşandan.
Artêşa tirk a dagirker bi hemû îmkanên xwe êrîşî hêzên gerilla dike. Ruxmê ewqas êrîşan li herêma Xakurkê artêşa dagirker bi berxwedana dirokî ya gerilla re rû bi rû ma. Bi teknîkê artêşa dagirker hewl dide leşkerên xwe pêş de bibe. Li erdê leşkerên dagirker li beramberî berxwedana dîrokî ya gerilla nikarin bisekînin. Gerilla bi çalakiyên xwe leşkerên dagirker aniye rewşek wusa ku kuneke ji bo veşartina xwe digere. Bi her çalakiyek gerilla dijmin derbên giran dixwin.
Dewleta tirk a dagirker û îttîfaka Akp-Mhp hebûna xwe xistiye wan operasyonên dagirkirine. Wek hertim gerilla bi kêm derfetî çalakiyên fedayî û dîrokî pêk tinin. HPG-BÎM der barê mijarê ev daxuyanî dabû raya giştî, 30’ê Gulanê saet li derdoran 20.30’an artêşa TC’ê ya dagirker Girê Şehîd Sarya ya li herêma Xakurkê bi desteka firfirokên hewayî yên bêmirov û helîkoptêrên êrîşê û bi balafirên şer zêde dane ber bombeyan. Piştî bombekirinê 31’ê Gulanê saet li derdora 13.00’an, hêzên me li dijî leşkerên ku bi helîkoptêrên Skorskyê li gir hatine danîne çalakiya sabotajê kirine. Piştî vê çalakiyê ku gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûne, hêzên dagirker bi helîkoptêrên Skorsykê kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine. Helîkoptêrên kobra ên hêzên dagirker li derdora saet 14.00’an heta derengiya şevê bi navberê Girê Ermûşê û Şehîd Şaha bombe bikirine. Di van êrîşan de ti ziyan negihaye ser hêzên me.
Herî dawî çalakiyên bi bandor yên gerilla ên li Xakurkê li dijî dewleta tirk a dagirker didomin bi vê daxuyanî HPG-BÎM rewşê vegot: “Roja 1’ê Hezîranê saet 03:30’an hêzên me li dijî leşkerên TC’ê yên dagirker ku li Girê Şehîd Derweş bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Ji du baskan ve bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, di çalakiyê de 9 leşker hatin kuştin.”
Çalakiyên ku hêzên HPG û YJA-Star li Xakurkê lidar xistine wiha ne:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, çalakiyên hêzên me yên li dijî êrîşên dagirkeriyê didomin. Artêşa TC a dagirker ku hewl dide xaka Başûrê Kurdistanê û qadên gerîla dagir bike, di encama çalakiyên xurt ên hêzên me de yên 29’ê Gulanê derbên giran xwar.
Hêzên me saet 09:00, 13:00 û 14:00 li dijî leşkerên dagirker ên hewl didan li Girê Şehîd Şahan ê herêma Xakurkê bi pêş ve biçin, çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de ku bi rêbaza sabotajê hatin kirin û derb li yekîneyên dijmin hate xistin, 4 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky cenazeyên leşkerên xwe û yên birîndar ji herêmê rakir.
Saet 11’an li dijî yekîneyeke din a artêşa TC a dagirker a hewl dida li Girê Şehîd Botan bi cih bibe, hêzên me çalakiyeke din kirin. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 2 leşker jî hatin birîndarkirin. Leşkerên birîndar bi helîkopteran ji herêmê hatin rakirin, lê hate tespîtkirin ku ew jî mirine û bi vî rengî hejmara leşkerên dijmin ên di encama çalakiyê de mirin bi giştî 5 leşker in.
Saet 14:30’î, hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara mirî û birîndaran nehate tespîtkirin.
Saet 04:15’an, li dijî Qereqola Şovê ya li bajarokê Bajêrganê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê hêzên me çalakiyek pêk anîn. Derb li kûleyeke dijmin hate xistin û hate rûxandin. Di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.
Hêzên me saet 15:00 li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de ku derbên giran li stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin, 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt derdorê û ji ber vê yekê şewat bi daristanê ket.
Hêzên me bi çalakiyên bi bandor bersivê dide operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Xakûrkê dayî destpêkirin. Roja 1’ê Hezîranê saet 03:30’an hêzên me li dijî leşkerên TC’ê yên dagirker ku li Girê Şehîd Derweş bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Ji du baskan ve bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, di çalakiyê de 9 leşker hatin kuştin.”