MEXMÛR – Ciwanên Mexmûrê bi meşek meşaleyî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Ciwanan diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ne gerîlane, tenê dagirkirin xaka Başûr û herî zêde xelkê herêmê jê zerer dibîne.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê di bin pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr de meşekî meşaleyî hat li darxistin.
Meşa meşaleyî ji ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê destpêkir, bi gerana turekê ya meşê li navenda Çand û Hunera Mexmûr kombûn û daxuyaniyek hat dayîn. Di meşê de alên PKK, KCK, YJA Star û wêneyê Ocalan hatin hildan. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevayî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyaniyek ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê Nudem Yeman ve hat dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Ji beriya hertiştî em weke gelê wargeha Mexmûrê vê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar dikîn. Armanca meşa me ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirke. Armanca dewleta Tirk ne tenê gerilane, gundiyên li herêmêne jî. Bi bombebarana dewleta Tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê re, herî zêde gundiyên herêmê zererê dibînin. Heta em Rêberê xwe azad nekîn, Kurdistanê azad nekin emê her cure çalekiyan pêşbixînin.”
Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Xakurkê’, ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.