AMED – Balafirên şer ên F-16 û helîkopteran ên TSK’ê çiyayê li herêma Bakurê Lîcê ya Amedê bombe kir. Piştî balafir û helikopteran çiya bombe kir, eskeran li herêma gundên Xosor, Mizak û Zengesorê dest bi operasyonê kirin. Balafirên şer ên F-16 yên ji Amedê rabûn, û helîkopterên tîpa taarruzê herêm dan ber bombeyan. Têkildarî peçûnê de tu agahî nehat bi dest xistin. Operasyona li herêmê didome.