HATAY – Li taxa Karbeyaz a navçeya Altinozu ya Hatayê, wesayîta eskerî ya li herêma sînor gunertina nobetê dikir, qûlipî û qeza kir. Di qezayê de 19 leşkerên dagirker ên Tirk birîndar bûn. Eskerên dagirker ên Tirk birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Hatayê. Derbarê qezayê de lêpirsîn dest pê kirin.
Heta niha sedemê qezayê nehate zanîn.