BIRADOST – Jinên Ciwan li herêma Biradost ya Basûrê Kurdistanê dagirkeriya li ser xaka Basûrê Kurdistan u hevkariya hin hêzên herêmê bi daxuyaniyeke sermezarkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em wek jinên herêma Biradostê ev êrîsên li ser xaka me qebul nakin û şermezar dikin. Em ê li dijî wan êrîşana bisekînin û têbikoşin, ev xak xaka me ye, em ê dagirkeriyê qebul nekin. Em ji we natirsin, hûn ji me bitirsin! Em li hemberî we serî daynanin, em ê Serî Hildin têdikoşin û em bangawazî ji bo hemû Ciwanên Kurdistanê dikin. Werin em bi hevre dagirkeran li ser xaka xwe derbixin û hesab ji ixanetkaran bipirsin em bi hêvîne, bi cesaretin, bi hezin, bi bawarin serdikevin û li ser wan esasan berxwe didin. Em dibejin Berxwedan Jiyane, teslimbûyîn ixanete, bimre îxanet dijî îxanet û dagirkeriyê Serî hilde, Serî hilde, Serî hilde!