GIRÊSPÎ- Li gor agahiyên herêmî agir bi qadên berfireh ji hilberîna genim û ceh ên gundên Til Ehmer, Yabîse û gundên derdorê yên gundewarê rojavayê Girê Spî ket. Ji ber lezbûna ba zeviyên nêzî sînorên Bakur Kurdistanê şewitîn.
Li ser wê şênî û tîmên agirkujiyê yên herêmê bi lez hewl dan şewatê vemirînin, lê leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule li şêniyan û erebeyên agirkujiyê reşand û nehiştin ku agir vemirînin. Şewat li gel hewldanên şêniyan ji bo vemirandinê û da ku negihêje zeviyên din berdewam e.