MINBIC – Ji dema dagirkeriya Tirkiyê baregehên xwe yên leşkerî li xakên Sûriyê yên dagir kiriye, bi cih kirin, herêmên ku nuqteyên leşkerî kirinê şênî neçarî koçberkirinê kir. Mînaka vê yek jî li çiyayê Şêx Eqîl ku çiyayekî di hundirê bajarê Babê de ye.
Çiyayê Şêx Eqîl li ser tevahî taxên bajarê Babê serweriyê dike. Beriya dagirkeriya Tirk nexweşxaneyek Wetenî ku li ser lûtkeya çiya bû û mezintirîn e li bejahiyên Helebê hebû. Her wiha dibistanên seretayê, mizgeft û li rexê jî nêzî 150 malan jî hebû. Rê û çiya dijwar e û bi wê re jî mal ne pêkan bû lê bihatina girtin û li wir jî darên hawîrdorê hene.
Yê girîngtirîn li serê çiyayê Şêx Eqîl xezana avê ku tevahî bajar û hin gundewarên wê ava jê vedixwar, hebû. Ev hemû bûn bîranîn piştî hatina dagirkeriya Tirk û bicihkirina baregeha leşkerî li serê çiyê.
Şêniyên çiyayê Şêx Eqîl li pêş çavên xwe wêrankirinên malên xwe bi destên dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê dîtin.
Dagirkeriya Tirk îdîa kir ku dê tewîzan bide xwediyên malên wan ên hatine wêrankirin, lê ta niha pêk neaniye. Şêniyên çiyayê Şêx Eqîl îro tewîza bicihkirinê dixwazin.
Hê jî bajarê Babê ji ava vexwarinê di encama wêrankirina xezana avê ya sereke û avakirina projeyên dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê de, mehrûm û bê par in. Li rexê tevliheviyên ku li herêmên dagirkirî ji teqandin, dizîn û revandinê bi mebesta fidyeyê rû didin jî, hene.
Duh roja yekemîn a cejnê li herêmên dagirkirî ku dewleta Tirkiyê ragihandiye roja sêşemê bibe cejn, roja raperîna şêniyên bajarê Babê li hember dagirkeriyê bû.
Bi dehan şêniyên taxa çiyayê Şêx Eqîl kom bûn ku li dijî dagirkeriya Tirk ku malên wan hilweşandine da ku bike navendên îşkenceyê yên piştevaniyên çeteyan, meş li dar xist. Xwepêşandanan pankartên bi wêneyên mal û milkên giştî yên ku li serê çiyayê Şêx Eqîl hatin wêrankirin bi nivîsên” Şêniyên malên li çiyayê Şêx Eqîl” hilgirtin.
Li aliyekî dîtir jî pankaretek mezin li ser bi zimanên tirkî û erebî hatiye nivîsandin “Xwediyê karwanê azadî û mermerayê, artêşa Tirk malên şêniyên li çiyayê Şêx Eqîl wêran kirin. Şênî bê mal man. Ji birina pere û milkiyetên xwe hatin qedexekirin. Şêniyên çiyayê Şêx Eqîl daxwaza tewîzkirinê dikin. Ji ber baregeha leşkerî li şûn malên wan hatin avakirin. Ma hûn vegera Cemal Paşa yan jî Siltan Mihemed El-Fatih dixwazin”, hilgirtibû.
Xwepêşandêran diruşmên “Erdogan bibihîze bibihîze… artêşa te zalim e” û ” Xwedê mezin e li dij zaliman” berz dan. Her wiha jî ji bo xaka çiyayê Şêx Eqîl bang kir ku” Yê me ye, yê me ye…bicihkirina şêniyên me ye… zeviyê çiyê yê me ye.” Ev diruşme nameyeke eşkere ye ku tekez dike gel nakeve û ji zilma dagirkeriyê nefret dike û dê li hember hovîtiya dijmin bisekine.
Hin dîmenên taybet ên gihaştin ajansa me. Di dawiya dîmenê de toza tolhildanê di encama hewldana leşkerên dagirkeriyê ya kişandina meşvanekî ku destgîr bikin de, diyar dibe. Lê meşvanan li hember leşkeran sekinîn û nehiştin wî destgîr bikin.
Li gorî beşdarvanekî meşê raber kir ku şênî di daxwazên xwe de heta pêkanîn û rawestandina zilmê û tê de îşaret bi kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tê kirin, berdewam in.