BRADOST- Balafirên şer ê dewleta Tirk a dagirker îro careke din gundên Xelîfan, Çiya Dêl, Sîran ên herêma Biradost a ser bi Hewlêrê bombebaran kirin û gelek ziyan li bax û baxçeyên welatiyan ket.
Li gorî agahiyên bi dest ketine, Artêşa Tirk li gundan kamerayên çavdêriyê danîne û her kesê ku nêzî çiya û yan biçin çiya ji bo çêrandina lawirên xwe tên gulebaran kirin.
Hêjayî goniyê ye ku Êrîşên îro danê sibê balafirên şer ên dewleta Tirka dagirker gundên Mêrgereş ya li Geliyê Şêx Zadanî ya dikeve ser herêma Bradostê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de agir bi deşta Hêrt ya herêma Bradostê ket.
Piştî bûyerê 3 pêşmergeyên hêza 80’î berê xwe dan cihê bûyerê. Lê balafirên artêşa Tirk a dagirker şer carek din herêmê bombebaran kirin. Hersê pêşmerge birîndar bûn.