NAVENDA NÛÇEYAN- Malbata Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li İmraliyê îro çûn ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re bikin. Piştê ku biryara êrênî hate dayîn malbat çûn hevdîtinê kirin û vegeriyan.
Ji hevdîtinê re birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan çûn bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anîn.