BEHDÎNAN- Roja 27’ê Gulanê seat 23:00’an artêşa TC’ê ya dagirker li dijî herêma Şehîd Derwêş û Şekîf yên herêma Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê operasyona dagirkeriyê da destpê kirin. Nêzî salekê dawiyê di herêmê de li ser Lêlîkan û Xakurkê êrîşên dijwar û pevçûn derdikeve. QAda Xakurkê ya ku niha pêvçûn zêdetirî vê qadê de zêde bûye di navbera sêgoşeya axên Başûr, Bakur û Rojhilatê de dimîne.
Artêşa Tirk a dagirker li herêma Çiyayê Lelikan, Ziraran, Kiwert, Şakiv, Gura Seva, Awdel Guvî dema dixwaze leşkeran dane ji aliyê gerillayên HPG û YJA-STAR’ê ve tê astengkirin. Di van herêman de gelê Buzene, Xelîfan, Siran’ê gotibûn ku li vir ew di bin gefên dewleta Tirk a gund valakirinê de ne. Niha ji xwe di van gundan de ketin û derketina gund hatiye qedexekirin.
Artêşa tirk a dagirker bi hemû îmkanên xwe êrîşî hêzên gerilla dike. Ruxmê ewqas êrîşan li herêma Xakurkê artêşa dagirker bi berxwedana dirokî ya gerilla re rû bi rû dimîne. Ji ber vê jî dewleta Tirk a dagirker û bloka faşîst a Akp/Mhp’ê bi medyaya şerê taybet bi derewên ku xwe li qadê bihêlê ve wêne û dîmenan servîs dike. Li hemberê wî HPG-BİM û Gerîlla TV jî bi daxuyanî û dîmenan ve derewan vala derdixe.
Di derheqa ev derewên dewleta Tirk a dagirker û bloka faşîst a Akp/Mhp’ê HPG-BİM ve daxuyaniyê dabû:
Wezareta Parastinê ya Tirk nûçeyên ku di operasyonê de heta niha 34 gerîlayên me şehîd bûne serwîs dike. Bîlançoya ku her roj Wezareta Parastinê ya Tirk radigihîne ji nêz û dûr ve ti eleqeya xwe bi rastiyê re tune ye. Divê gelê me ji van nûçeyên şerê taybet ên dagirkeran ku bi hemû teknolojiya di destê wan de bi hovane êrîşî xaka Kurdistanê dike, bawer nekin. Heta niha di operasyonê de 2 hevreyên me şehîd bûne û di daxuyaniya 3’ê Hezîranê de me ev ragihandibû. Dewleta Tirk ku li beramberî gerîla hemû îmkanên xwe seferber kiriye ti serketinek bi dest nexistiye, ketiye pey serkeftinên qelp û derewîn.
Karayilan: ‘Gerîla, ti şik û guman jê nîne wê li dijî dagirkeriyê bersiva hewce bide û berxwedaniya hewce bike’
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan di derheqa êrîşên Xakurkê de gotibû; ‘Li dijî hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a mêtingera li ser Başûrê Kurdistanê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê berxwedaniyeke dîrokî bikin’ û wiha berdewam kiribû; “Gerîla, ti şik û guman jê nîne wê li dijî dagirkeriyê bersiva hewce bide û berxwedaniya hewce bike. Li dijî hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a mêtingera li ser Başûrê Kurdistanê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê berxwedaniyeke dîrokî bikin û ji bo ku vê berxwedanê bibin serî wê hemû hêza xwe deyne holê. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê hêzeke wiha ya gihayî ye ku xwedî tecrûbeyeke mezin e, heta niha bi pratîkê jî ev nîşan daye û ji niha û pê de jî wê vê biçespîne. Lê binerin; dewleta Tirk eva ji salekê zêdetir e girê Lêlikanê dagir kiriye. Bi çalakiyên ku gerîla li Lêlikanê kiriye bi sedan leşkerên Tirk hatine kuştin. Lê dewleta Tirk vê bi israr ji gelê Tirkiyê vedişêre.
Çalakiyên ku hêzên HPG û YJA-Star li Xakurkê lidar xistine wiha ne:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, çalakiyên hêzên me yên li dijî êrîşên dagirkeriyê didomin. Artêşa TC a dagirker ku hewl dide xaka Başûrê Kurdistanê û qadên gerîla dagir bike, di encama çalakiyên xurt ên hêzên me de yên 29’ê Gulanê derbên giran xwar.
Hêzên me saet 09:00, 13:00 û 14:00 li dijî leşkerên dagirker ên hewl didan li Girê Şehîd Şahan ê herêma Xakurkê bi pêş ve biçin, çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de ku bi rêbaza sabotajê hatin kirin û derb li yekîneyên dijmin hate xistin, 4 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky cenazeyên leşkerên xwe û yên birîndar ji herêmê rakir.
Saet 11’an li dijî yekîneyeke din a artêşa TC a dagirker a hewl dida li Girê Şehîd Botan bi cih bibe, hêzên me çalakiyeke din kirin. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 2 leşker jî hatin birîndarkirin. Leşkerên birîndar bi helîkopteran ji herêmê hatin rakirin, lê hate tespîtkirin ku ew jî mirine û bi vî rengî hejmara leşkerên dijmin ên di encama çalakiyê de mirin bi giştî 5 leşker in.
Saet 14:30’î, hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara mirî û birîndaran nehate tespîtkirin.
Saet 04:15’an, li dijî Qereqola Şovê ya li bajarokê Bajêrganê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê hêzên me çalakiyek pêk anîn. Derb li kûleyeke dijmin hate xistin û hate rûxandin. Di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.
Hêzên me saet 15:00 li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de ku derbên giran li stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin, 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt derdorê û ji ber vê yekê şewat bi daristanê ket.
Hêzên me bi çalakiyên bi bandor bersivê dide operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Xakûrkê dayî destpêkirin. Roja 1’ê Hezîranê saet 03:30’an hêzên me li dijî leşkerên TC’ê yên dagirker ku li Girê Şehîd Derweş bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Ji du baskan ve bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, di çalakiyê de 9 leşker hatin kuştin.
Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya , roja 3’ê Hezîranê saet 20:00’an li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Derwêş çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin lê hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.”