NAVENDA NÛÇEYAN
Dewlet; dema mirov ji pêkhatina wî ve bigire dest pergalekî metingeriyê ya ku ji serdemên Sûmeran ve bi avakirina Zîguratan ve destpêkiriye û bi her pêşketinê xwe heya roja me ya îro berdewam kiriye ye.
Navê wan, qadên wan, alên wan hwd. sembolên ku xwe pênase dikin din av pêvajoya dîrokê de guherîbe jî pergala dewletê bi hişmendiyekî metingeriyê xwe berdewam kiriye. Pêşketina hişmendiya metingeriyê jî dema mirov wek dîrokî bigire dest bi berhemên zêde ve destpêkiriye û bi parvekirina dewlemendiyê derdikeve pêş û di feraseta “her dem her tişt a min bibe” de veşartiye. Bi pêşketina zêdetirî qezençkirin û hêsta aîdiyetê ve kurbûna rêwitiya metingeriyê, bêtirs ji kuştina bi milyonan mirovan bi hêsanî digire dest û gihiştiye vê pozîsyonê.
Dagirkeriya ku di wext de, di çarçoveya diyalektîkê de pêşdikeve şeweyê wê ê sazbûna ku tê zanîn dewlet e. Ji dewletê tiştên li dervî cewher û pratîka wê hêvîkirin û fikrandin nîşaneya bandorbûna ji dagirkeriyê ye.
Di rewşa xwezayî de pirsa ku tê bîra mirov û bersiva xwe digere; “Wisaye ev metingerî çawa dibe, çawa evqas pêş dikeve û heya roja me ya îro tê?” Dema pergalekî metingeriyê ya mezin tê ava kirin rêbaza herî mayîn de û herî bi bandor dibe “REWATΔ.
Rewatî; wekî xwe mafdar nîşandayîn tê pênasekirin. Lê rêbazê wî ji behra xinizî ne cuda ye.
Wê bidome…
Harun XWEZA