ÊLIH – Wê îsal bi boneya 7-8’ê Hezîranê Roja Çalakiya Kûrewî ya Ji Bo Heskîfê li 35 deveran çalakî bên lidarxistin. Berdevkê Navnetewî yê Hewldana Zîndekirina Heskîfê Ercan Ayboga, bang li ekolojîst û dîrokhezan kir ku “Deng bidin Heskîfê.”
Çêkirina Bendava Ilisû ya li ser Çemê Dîcleyê didome. Bi vê bendavê re di serî de Heskîfa dîrokî û bi giştî dê 119 dever di bin avê de bimînin. Hewldana Zîndekirina Heskîfê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê jî di nav de 87 tevgerêne kolojiyê bi boneya 7-8’ê Hezîranê Roja Çalakiya Kûrewî ya ji bo Heskîfê bang kirin ku herkes beşdarî van çalakiyan bibin û “Deng bidin Heskîfê.”