ŞENGAL – Endamên Yekitiya Ciwanên Êzîdî li navçeya Şengal Xanesorê hatin gel hev û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Xakurkê û qetilkirina ciwanê Êzîdî Emîn Salîh ji aliyê dewleta Tirk ve bi meşekî protesto kirin û daxuyaniyek dan.
Di dema meşê de ciwanan di destê xwe de bi dovîzên Erebî û Kurdî “Ji Dagirkeriyê re Na!” hildan û dirûşmên “Bijî Berxwedana Xakurkê” û “Bimre Xiyanet” berz kirin.
Piştê meşê li ser navê Yekitiya Ciwanên Êzîdî Basim Feqîr daxuyaniyek hate xwendin û ev tişt hate gotin; “Ciwanê Êzîdî Emîn Salîh piştê ku çeteyên Daîş’ê êrîşê Şengalê kir, bi koçberiyê çû Wargeha Pênaberan û ji aliyê dewleta Tirk ve hate kuştin. Em qetilkirina Ciwanê Êzîdî Emîn Salîh ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi hêrs û kîn şermezar dikin û em dibêjin em ê tola hevalê xwe Emîn Salîh bistînin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Xakurkê” ve dawî bû.