NAVENDA NÛÇEYAN
Sala 2011’an de perspektîfên şerê gel yê şorerşgerî gihiştin destê me de. Di heman demê de di paraznameyê Serokatî yê pêncemîn de bi awayekî zelal her tişt hatiye dayîn. Serokatî ji bo gelê Kurd weke hebûnekî digre dest.Serokatî di bêje; “şerê ku di sedsala dawî de Kurdan meşandiye şerê hebûnê ye.”
Gava mirov di dîrokê de bigre dest wê gelek baş were dîtin ku şerê qirkirin û helandinê li ser hebûna gelê Kurd tê kirin. Ev bi rêbazên zirav jî û yê qaba jî tê kirin. Bi taybetî jî di sedsalên dawî de li ser Kurdan polîtîkayên gelek cûda tê meşandin. Tevgera me jî çil sale destpêkiriye. Têkoşîna hatiye dayîn bi Hîlvan û Sîweregê destpêkir û bi pêngava 15’ê Tebaxê re xwe rêxistinkir. Heya roja me ya îro jî di nava civaka Kurdan de refleksekî da ava kirin. Ev têkoşîna tê meşandin armanca wê ya leşkerî zêdetir şerekî hebûnê ye. Ji bo vê Serokatî paraznameya xwe ya dawî de di bêje; “şerê ku heya roja me ya îro hatiye dayîn şerê hebûnê ye û parastina hebûna gelê Kurde.” Niha asta ku em gihiştinê bi taybetî jî weke civak jî weke rêxistin jî, her çiqasî weke ku tê xwastin ne be jî lê heya astekî jî hatiye. Mirov dikare bibêje ku stratejiya şerê gel ê şoreşgerî encamê temam kirina erka hebûnê û azadî bi dest xistin bû. Ji bo vê jî şîara vê pêngavê “hebûna xwe parastin û azadiya xwe dest xistin bû.”
Serokatî ji bo azadiyê gelek ked û nirxên mezin afirand. Lê belê dewleta Tirk ji bo kedên Serokatî û nirxên ku hatine ava kirin gavên erênî ne avêtin. Îradeyekî çareseriyê derneket holê. Cihê ku berpirsiyartiya xwe ya Dîrokî bide diyar kirin berûvajiyê vê nêzîkatiyên gelek çewt li hember Serokatiya me, gelê me û tevgera me dan raber kirin. Xwastin têkiliyê Serokatî bi tevgerê re û bi gel re qut bikin. Cardin Serokatî jehr kirin û her tim bi nirxên me re leystin. Ya rastî şerê me yê ji Hîlwan û Sîweregê destpêkiriye heya roja me ya îro şerê gel ê şoregerî bû. Her çiqasî gelek kesên ku xwastin vê şerê me û jiyana me xirab bikin, beruvajî bikin, tasfiye bikin jî lê di armanc, hedef, biryar û di cewher de şerê me yê şerê gel ê şoreşgerî bû. Dîroka têkoşîna me heya roja me ya îro jî, şerê tevgera me û armanca wê şerê gel ê şoreşgerî bû.
Birastî jî di wan pêvajoyan de neyar gelek lewaz ketibû. Hem di aliyê leşkerîde hem jî siyasî de ev lewaztî hebû. Di wê pêvajoyê de em Bakur bûn. Erdnîgariya Dersîmê de mirov dikare şerekî bingehîn pêşbêxe û bi meşîne. Ewqasî erdnîgariya wê dest dide. Her herêmekî me yê Bakur rewşa xwe ji hev cûda ne. Polîtîkayê neyar ewe ku her tim şer di Kurdistanê de bimîne. Mînak di gelek herêmên me de çalakiyên gelek bi bandor çê dibûn lê tu carî rojevê tijî ne dikir. Lê gava di aliyê Dersîm û Behra Reşde leşkerek jî hatiba kuştin rojevê dadigirt. Ji ber ku birastî ji li ser gelê Tirkiye gelek bandor dida çê kirin. Di Kurdistanê de gelek tiştan vedişê re, şêwazê êrişê berovajî dike û bi riya çapemeniyê gelek durûtiya dike. Lê gava di welatê Tirkan de çê dibe her tiştê wan tarumar dibû. Sala 2011’an de di vê aliyê de planlameyên me çêbûn. Payîza sala 2011’an di meha Îlonê de li Dersîmê çalakiya Hali Saha hat çêkirin. Rojên wê yên diyar hebû, leşker dihatin wê derê û bê ewlehî bûn li ser wê çalakî hate kirin. Cardin di derdorê wê de çalakî pêşketin. Birastî jî çalakiyek gelek bi bandor bû. Cardin çalakiyên kemîn û suîkastê pêşdiketin.
Perwerdeyên zivistana sala 2012’an de gelek nîqaş û lêhûrbûyînên kûr li ser encamên ku me jî çalakiyên xwe û yên derdor de girtine pêşket. Tevahî heval jî ji bo pêngavek nû xwe amadekiribûn. Meha Avrêlê neyar operasyonek da destpêkirin. Lê ji ber ku em li hember nêzîkatiyên neyar hişyarbûn ji bo wê serneketin. Neyar dixwast di meha biharê de darbe li me bide. Heya meha Gulanê neyar diket tevgerê de, ji bo ku gerîla îmha bike. Lê Gulanê şûnde dikeve qereqolên xwede û xwe di parêze. Di meha Avrêlê de neyar operasyonek berfireh destpêkir. Lê mixabin weke ku neyar dixwast ne bû ji ber ku tevahî avantaj di destê me de bû. Di heman demê de xweza jî gelek alîkarî da me. Wisa bû ku tevahî avantaj kete destê me de. Bihara sala 2012’an de heval li ser neyar sizme pêkanîn. Ew ewlehiya qereqolê dikirin, wê demê heval amorên leşkerî û çek rakirin. Neyar bi tu awayî bersivê me ne da. Neyar hêvî ne dikir ku emê di wê mehê de êriş bikin ji bo wê jî matmayî ma bû. Cihekêdin jî neyar xwast bikeve tevgerê de lê di neyar de mayîn teqiya windahiyên wan pêşketin. Ev zêdetir psîkolojiyê wan tevlê hev kir. Ji bo wê jî rêxistin her du çalakiyan pîroz kir. Di hemlê de dewlemend bûna textîkê pêşdebû. Birastî jî ev di nava hevalan de jî coş û morelek gelek xurt pêş xist. Piştê wê jî herê dawî di havînê de neyar wê qereqolê berda.
Ev gelek baş bû û bi xwe re pêşketinên giring jî da ava kirin. Bandoriyek mezin jî li ser ew gelên ku me nasnakin û cûda nêzî me dibin da ava kirin. Wisa di bû ku rojane gel di nava xwe de behsa me û nêzîkatiyên me dikirin. Cardin di nava gel de nîqaşên ku otorîteya dewletê dihejandin pêşdiket. Weke ku gerîla rojane rê qut kiriye lê dewlet nikare rê veke û mûdahele bike. Ev jî ji bo neyar mirin bû. Ev çalakiyên rê qutkirinê gelek bandorên xwe da çê kirin.
Her çalakiyên ku çê dibûn weke hevalên jin jî tevlêbûyîn dihat çêkirin. Di nava rêxistin, planlame, keşîfê de cihê xwe girtin dihat çêkirin. Cardin gelek çalakî jî hevalên jin bi xwe planlameyê wê çêkirin ewlehiya çalakiyê digirtin. Ev jî bandoriyek cûdatir li ser gel dida çêkirin. Cardin çalakiyên leşkerî jî di payîzê de hat çêkirin. Heval ewlehiya qereqolê dan û gelek amorên leşkerî li ser leşkeran rakirin û 13 de kuştiyê neyar jî çê bû. Rûxmê vê jî neyar bersiv neda. Tevlê bûna hevalên jîn ji bo vê pêngavê gelek xurt bû. Hevalên jîn bi coş û morelekê mezin tevlê dibûn û di heman demê de ji bo ku cihên xwe di êrişê de bigrin jî israr dikirin. Tevahî armancê wan ew bû ku rexnedayînek rast ji pêvajoyê re were dayîn bû. Birastî jî pêvajoyek gelek tijî bû. Çalakiyek gelek berfireh bû. Cihek wisa bû ku neyar gelek ji xwe bawer bû. Hevalên ku tevlê çalakiyê bûbûn qal dikirin. Heval digotin; “heval Gabar çûye li ser panzêr û ji neyar re gotî ye xwe radest bikin.” Ewqasî ruhek bi hêz hati bû afirandin. Ji xwe rêheval Gabar li ser panzê rê şêhîd dikeve. Ev çalakî gelek bawerî û hêz da hevalan. Cardin di nava gel de jî bû navû deng. Neyar nikarî mûdaxele bike, hevalan sê roj rê girtin û destur nedan ku neyar rê ve bike. Di neyar de tirsekî gelek xov hati bû ava kirin. Di her baskekî de hevalên jîn hebûn. Ev çalakî bi xwe re encamên gelek xurt anî bû. Di çalakiyê de heval Gabar şehîd ket. Cardin piştê wê du rojan di nava bajar de çalakiya sabotajê çêbû. Di nava gel de baweriyek gelek mezin hati bû ava kirin. Di nava bajar de û cihê ku herê zêde neyar jî xwe bawer dikir teqemenî çêbû. Ango neyar tiştekî wisa tu carî hêvî nedikir. Ev çalakî hem di aliyê leşkerî de hem jî di aliyê siyasî de peyamên gelek xurt da. Ger ku gerîla bixwaze dikare her derê çalakî pêkbîne.
Biharîn Efrîn