NAVENDA NÛÇEYAN
Tê zanîn ku birçîbûyinekî demek dirêj li ser tendûristiya mirovan de neyîniyek çê dike. Dawî anîna grevên birçîbûnê bi xwe re rîskên mezin ên tendûristiyê tîne. Piştî çalakiyê pêvîstî heye ku ji bo çalakgeran heya ku derbasî asta xwarina asayî dibin, tedawiyekî di bin çavderiya bıjîşkan de bibe. Ji bo rê xirabiyan û windahiyan re venebe hemû tetkîk, muayene û bernameyekî xwarinên taybet were kirin.
Lê bûyerên dîrokî ya ku bi piranî li Tirkiye hate jiyîn nişan dabû ku wekî gelek car vê carê jî dewleta Tirk a dagirker bi rêbazên cuda cuda dixwaze girtiyên azadiyê seqet bihêle. Di vê mijarê de di dîrokê de jî gelek carna dewleta Tirk a dagirker û faşîst rêbazên ku her çiqas di encamê de girtî serketibin jî wek tolrakirinê ziyanên giran dabû ji Şoreşgeran. Di salên 80 û 90’î de jî, di sala 2000 de di grevên birçîbûnê de jî dewleta Tirk a dagirker him girtiyan bi tedawî nekirinê him jî bi rêbazên şaş tedawî kirine girtiyan seqet hişti bû.
Di greva birçîbûnê de ziyana herî mezin di milê mejiyê de ku bêwîtamîn dimîne dibîne. Di pêvajoya çalakiyê de ji ber ku çalakvanan xwarin naxwin û gelek caran witamîna B1 nayê dayîn girtî bi nexweşiya Wernicke Korsakof re rû bi rû dimînin. Ev nexweşî piranî ji ber bê wîtamîna B1’ê çêdibe. Ji xwe ji berk u di zindanên metingeriya Tirkiye de her çalakiyên grev birçîbûnê heye ev nexweşî herî zêde li Tirkiye heye. Hejmarekî ku nêzî hezaran kes ji ber grevên birçîbûnê û piştê çalakiyê ne tedawî kirinê bi vê nexweşî girtine. Dîsa piştê çalakiyan gelek caran bi zanebûn ji girtiyan re seruma ku di tê de glikoz heye hatiye dayîn û bi mirin û seqetmayînê re rê vebû ye. Ev hejmar ne ne hejmarekî kêm e û ji wan hinek girtî di bin dermankirinê de şehîd ketine.
Piştê çalakiya grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya ku hinek ji wan 200 roj derbas kir ger bi tedawiyek rast û etîk neyên dermankirin û xwedîkirin wê dîrok dubare bike û gelek girtiyên azadiyê seqet bimîne. Li gor raporên Komalaya Mafê Mirovan a ku lig elek zindanan lêkolîn kirin xuyaye rewşekî risk û xeter heye. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze ku ne tenê bi şert û mercên girtigehan di heman demê de çiqas dikaribe di encamê grevên birçîbûnê de ziyan bide girtiyan wê bide. Di lêkolînan de derket holê k udi hinek girtigehan de ji xwe girtî qet nebirine nexweşxaneyê, di hinekiyan de wek Şakran’ê girtî bi şaş dermankirinê jehrî ketine, di hinek cihan de wek sembolik birine nexweşxaneyan û di heman rojê de vegerandine girtigehê.
Girtigehên dewleta Tirk a dagirker ji xwe bi şert û mercên xwe, bi polîtikayên xwe û heta bi bijîşkên xwe yên ku qaşo sonda Hipoqratê kirine, lê li dijî sonda xwe tevdigerin ve bi serê xwe pirsgirêk e. Di kêlekî wî de dema binketinek ku dewleta Tirk dijî bi vî re nêzikatiya li dijî girtiyan cuda dibe. Ji bo çalakvanan bi kelepçe dermankirin ferzkirin, di girtigehê de dermankirin, xwarin û vexwarinên pêvîst nedayîn bi xwe re wê rîskên mezin bîne.
Ji ber van pêkanînan û polîtikayên faşîst pêvîst e çawa di dema çalakiyan de ji girtiyan re xwedî derketin çêbû pêvîste di pêvajoya piştê çalakiyê de jî hestiyarbûnek hebe. Şopandina dermankirinê ne tenê bi saziyan ve di heman demê ji aliyê civakê ve re jî berdewam bike. Li dijî nêzikatiyên ku ziyanê bide zarokên vê gelê pêvîste refleksên di cih de were nişandan. Pêvajoya tedawî ji xwe pêvîste bi bijîşkên serbixwe ve were kirin. Ev etîkekî gerdûniye, miroviye. Pêvîste pêvajoyê dermankirinê jî were şopandin, malbat, parêzer û sazî yek bi yek di nexweşxaneyan de nêzikatiyên çi tê nişandan bişopînin û di rewşekî risk de mudaxale were kirin.
Ger girtiyên azadiyê ji bo civak ji tecrîdê xilas bibe bi çalakiyek bi vî rengê xwe fedakirinê re razandi bin, pêvîste wek civak hemû kes jî ji bo di girtiyan de şehadet an jî nexweşiyek mayinde çênebe bi hemû derfetên xwe ser piyan bin. Em bînin bîra xwe ku neyarê gelê Kurd neguheriye û ji polîtikayên wî yên faşîst jî bawerî nayê kirin. Dewletekî ku di dawî anîna girevên birçîbûnê de li Xelfetî îşkence ji gelê Kurd kiribe, di heman rojê de hemû qadên azadiyê bombardiman kiribe dikare ji girtiyên azadiyê re jî her nêzikatî nişan bide. Ji xwe dîroka wî bi van pratikan ve tije ye. Wisa ye ji têkoşîna xwedî derketina ji girtiyên siyasî dest nayê berdan.
Hamza Munzur