AMED – Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) daxuyakirin ku Yekîneyên Tolhildanê li navçeya Amedê Rezanê çalakiya nivîsa pêk anîn.
Ji bo bal kişandina li ser Berxwedanên Gerîlla li Xakurkê Yekîneyên Tolhildana Şehîd Şerdil Cengiz, Şehîd Şiyar Selman û Şehîd Baran Mawa li navçeya Rezanê li ser gelek dîwaran nivîs nivîsandin. Slogan û nivîsên wek “HPG li Xakurkê, DGH li Rezanê lê dide”, “Berxwedana Xakurkê wê li Kurdistanê belav bibe”,”Dawî ji bo Maddeyên Hişbir” û “Roj û tirêja Kurdistan li Îmraliyê” hatin nivîsandin.