KOLN- Lecwan Munzur (Adil Sûnger) ve Çekdar Botan (Ruhat Tabak)di 5’ê Hezîrana 2016 de di encama êrîşa hewayî yên artêşa Tirk a dagirker de li Qendîl’ê hatin şehîdkirin. Her du şoreşger jî li Ewrûpa di pêy xwe de şopên mezin hêştin û berê xwe dan Çiyayên Kurdistana Azad. Her du jî di qadên k udi tê de xebitîbûn kelecan û tevgerandinek mezin ava kiribûn, bi kenê xwe ketibûn mejiyê hemu kesan.
Di bîranîna Şehîd Lecwan û Şehîd Çekdar de em bi hevalê wan ê kevin Agît Çetîn ve rastê hev û du hatin. Agît Çetîn a ku Lecwan Munzur bi nêz ve nasdikir jiyana Wî ji me re vegot.
Agît Çetîn: Em ê tu carî ji bîr nekin, em ê tu carî effu nekin
Em bi Şehîd Lecwan re di xebatên ciwanan a Koln’ê de hev û du naskirin. Hama hama her roj em bi hev re bûn. Rojeva wî her tim ciwanên derweyî welat dijîn bû, rêxistinkirina wan, rastiya wan nişandana wan bû. Her tim behsa azadiya Rêbertî û jiyana gerillayan dikir. Şevekî dema em bi hev re di kolanê de dimeşiyan min gotibû şev ezman û stêrk çi xweşin. Ew jî “Ev çi ye, Te qet ji Çiyayên Dersîmê ji ezmanê re meze kiriyî?” gotibû. Ji welat re pir girêdayî bû.
Her tim bi moral û şad bû, her çavkaniya morale ya komê bû. Vejena xwe her belavê derdorê xwe dikir, ji me hemuyan re pêşengî dikir. Bi kene xwe jî ji hevalên xwe re hêz dida. Kesên ku Wî nasdikirin hemu Wî pir hez dikirin.
Wê demê ez dixebitiyam. Ev jî ji xwe re karek digeriya. Ji bo wî pêvîst bû hinek evrakan binivîse û ji min re pirsî. Heya sibê em bi hev re ji bo amadekirina wan belgeyên serdana karê me hewl da. Min di wan rojan de qet fêm nekir ku li ser çi lêhur dibe. Piştê wê 2 hefte şûnde Lecwan beşdarî tekoşînê bû. Dema ez beşdarbûna Wî bihîst, min zêde wate neda, ji berk u ne bende bûm. Çigav û çawa vê biryarê da min fêm nekiribû, min dixwest ez fêr bibim.
Rojekî dema ez li malê rudiniştim telefon lêda. Hevalekî min şehîd ketina Lecwan û Çekdar ji min re got. Di vê kêliyê de di hundirê min de valatiyek çêbû. Piştre li hemberê neyar di hundirê min hêrsek mezin çêbû. Îro jî bi dîtina dîmenên wan hêrsê min hêj zêdetir çêbû. Xeyal û hedefên mezin ên Şehîd Lecwan û Şehîd Çekdar hebû.
Dema me agahiya şehadetên wan girt, me din av xwe de got em çawa dikarin tola wan hildin. Ji vir hinek hevalên me di şopa wan de beşdarî tekoşînê bûn, em jî li vir ji bo bîranînê wan bidin jiyîn, ji bo layikên wan bibin têdikoşin.
Em ê tu carî Şehîd Lecwan û Şehîd Çekdar ji bîr nekin, em ê tu carî kujerê wan effu nekin.
NC/Kawa Çekdar