RIHA – Di 5’ê Hezîranê de Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, birayê girtiyên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysî Aktaş Sabîha Aslan ku ji bo cejnê çûn Îmraliyê vegeriyan. Mehmet Ocalan ku ji bo cejnê hevditinê bi birayê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re çêbike roja Înê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû. Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyêd abûn. Piştî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê destûr da, malbat çûn Qereqola Cendirmeyan a Gemlîkê û çûn Îmraliyê. Malbat piştî hevdîtinê di saetên êvarî de ji Îmraliyê vegeriyan.
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan piştî çû hevdîtin kir û şûnde têkildarî naveroka hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Mehmet Ocalan herî dawî piştî çalakiya 50 siyasetmedarên ku ketibûn grevê di 11’ê Îlona 2016’an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû û dîsa piştî çalakiya greva birçûbênê li hemû girtîgehan dest pê kir di 12’ê Çileya 2019’an de hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan anî ziman ku li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser meseleya Şengalê û siyaseta Tirkiye axivîn.
MEHMET OCALAN: 20 SALIN DIÇIM ÎMRALIYÊ YEKEM CAR DI LÊGERÎNEK WISA XERAB RE DERBAS DIBIM’
Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtinê û naveroka hevdîtinê agahî dan û wiha got: “20 salin diçim Îmraliyê û têm. Lê yekem car di ziyareta dawî de rastî lêgerînek kûr û giran hatim. Ev pêkanîna wisa bê wate û xerab wekî din li tu cihên din tune ye. Ez pir bêzar û aciz bûm. Ev yek nayê qebûlkirin. Piştî em di nokteya yekem a lêgerînê re derbas bûn, em 4 – 5 nokteyên din ên lêgerinê re derbas bûn. Piştî van lêgerînên xerab em derbasî girtîgehê bûn. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê jî hatibûn. Em kirin du beş. Di beya yekem de Xwişka Veysi Aktaş û Omer Hayri Konar hebûn. Di beşa duyemîn de jî Ez û birayê malbata Hamili Yildirim hebûn. 3 malbatên din li odeyên cuda cuda hevdîtina vekirî kirin. Min û birayê xwe jî li salonê hevdîtin kir.”
PEYAMA ‘ÊDÎ BILA FIKARAN NEKIN’ DA GELÊ ŞENGALÊ
Mehmet Ocalan, bal kişand ser peyama Ocalan a der barê gelê Şengalê de û wiha got: “Birayê min Ocalan di ber dewama hevdîtinê de bal kişand ser rewşa Şengalê, greva birçîbûnê û Rewşa Bakurê Suriyeyê. Min got gelê Şengalê pir ji te û Tevgera Azadiyê hez dike. Wî jî got ‘Raste ez jî pir ji wan hez dikim. Ji bo azadiya Şengalê mirov dikare qala du bûyeran bike. Bûyera yekemîn Dewrêşê Evdî ye. Bûyera duyemîn jî têkoşîna hevalên me ye. Ji Şengalê heta Reqqayê gelê Êzidî li qadek pir fireh rastî komkujiyê hat. Lê me hemû kesên li vê qadê komkujî kirin tar û mar kirin. Em di tolhildana gelê Êzidî de bi ser ketin. Ji ber vê yekê em kêfxweş in. Ez ji gelê Şengalê re hurmet û rêzdariyên xwe yên bêdawî dişînin. Bila êdî ew nekevin nava fikaran. Bila ew êdî avakirina jiyana xwe ya azad berdewam bikin.’ û xwest êdî gelê Êzîdî nekevin nava fikaran.”
‘JI BO AZADIYÊ DIVÊ TÊKOŞÎNEK MEZINTIR BÊ PÊŞXISTIN’
Mehmet Ocalan bal kişand ser nerîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a der barê rewşa Bakurê Sûriye û wiha lê zêde kir: “Birayê min li ser meseleya Bakurê Sûriye jî got ‘Divê gelê Bakurê Sûriye ji bo azadiyê bêtir têbikoşe. Lê divê hemû gelê Sûriye tev li vê têkoşîna azadiyê bike. Gelên din jî tev li vê tekoşînkê bike. Divê ji bo Yekitiya Sûriye hemû gelên Sûriye jiyana hevpar ava bikin. Ger ku vê yekê pêş bixin û bi ser bikevin tu hêz nikare bi wan’ û xwest gelên li Sûriye bi hevre têbikoşin.”
Mahmet Ocalan, destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê bal kişandiye ser grevên birçibûnê û wiha lê zêde kir: “Got ‘Çalakiyên greva birçîbûnê rêbazek têkoşînê ye. Lê ev heta cihekî ye. Piştî demekê û şûnde ger ku berdewam bike zerarê dide bedenê. Ji ber vê yekê divê çalakiyên gel ên demokratîk bên pêşxistin.’ Ocalan got ‘Tirkiye ketiye pêvajoyek ku xetimiye. Ji ber vê yekê Dewkleta Tirkiye bi polîtîkayên înkar û îmhayê nikare encam bistîne. Ji ber ku Tirkiye nikare bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam bistîne divê hem devlet û hem jî PKK ji bo çareseriyê serî li rê û rêbazên nû bide. Divê rêbazên nû pêş bixe. Li ser kuştin û mirinê çareserî pêş nakeve. Ji bo çareseriyê aştiyek bi rûmet girîng e. Ji ber vê yekê divê rê û rêbazên ku aştiya bi rûmet ava dikin pêş bixin. Polîtîkayên îmhayê ne çareserî ne.’ Ocalan dîsa ji ber kesên di têkoşîn û çalakiya grevê de jiyana xwe ji dest dan xemgîniya xwe anî ziman.”
JI MALBATAN SERSAXÎ XWEST
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Ocalan ji hemû kesên di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dane yek bi yek ji malbatên wan re sersaxî xwest û wiha pêde çû: “Têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dane wiga got ‘Van kesên jiyana xwe ji dest dan zerarek mezin dan min û malbatan. Ev ne rast e. siyaset heta cihekî li ser çalakiyên grevê tê meşandin. Piştre nameşe. 8 hevalan dawî li jiyana xwe anî. Hem li Ewropa, hem li Başûrê Kurdistanê û hem jî li girtîgehên Tirkiye ketin grevê. Yên girtî zaden di nava çar dîwaran de ne. Nikarin li vir siyasetê bikin. Di nava şert û mercên pir dijwar de ne. Lê yên li derve xwediyê şert û mercên zêde ne. Dikarin li derve rêxistina xwe xurt bikin. Bila di vê qadê de bertekên xwe yên demokratîk pêş bixin. Ev rêbazek hîn rast e.’ û xwest li derve bertekên demokratîk pêş bixin.”
‘DERFET BÊN DAYÎN WÊ EV XETIMÎN VEBIN’
Ocalan da zanîn ku birayê wî Abdullah Ocalan bal kişandiye ser rêya çareseriyê û wiha gotiye: “Got ‘Ger derfet bên dayîn ev rêya xetimiye wê vebe. Ger ku derfetê bidin em dikarin vê rêya vekin. Ev tişt bi şer û kuştinê çareser nabe.’ Dîsa têkildarî pirsa wê li Îmraliyê hevdîtin bidomin ya na? jî got: ‘Ne ez dikarim bêjim hemû rêyên hevditê hatiye vekirin û ne jî dikarim bêjin hatine girtin. Divê em hinek bipên. Ger ku hin qanal bi temamî vebin wê ev ji bo her kesî erênî bke. Lê ger ku rê bên girtin wê ji bo her kesî pêşketinên neyînî bin.’ Li aliye Rêberê PKK Ocalan qala hilbijartina 23’ê Hezîranê ya Stenbolê nekir. Birayê min herî dawî bi wesîleya Cejna Remezanê cejna hemû kesan pîroz kir.”