BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek nivîksî parve kir. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn.
LEŞKEREK HATE KUŞTIN
“6’ê Hezîrana saet 14:00’an hêzên me me li dijî leşkerên li Qereqola Amûtka ya girêdayî navçeya Xozat a Dersimê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerke hatiye kuştin.
5’ê Hezîranê artêşa TC’ê a dagirker saet 03:00’an li devera Demirkapi ya navçeya Bazîd a Agiriyê bi destek balafirên keşfê yên bê mirov dest bi operasyonekê kirin. Balafirên şer ên hêzên dagirker heman rojê saet 04: 00 û 12:00’an qad bombe kirin. Di van bomberdûmanên hatin kirin de ti windahiyên hêzên me nebûne.
NÛÇEYÊN DEREW
Artêşa Tirk a dagirker a li Serhedê derbên giran ji destê gerîla dixwun, bi rêya çapemeniya şerê taybet ragihandine ku di vê operasyonê de 2 gerîlayên me şehîd bûne. Ev nûçe nerastin û derew in. Di vê êrîşê de tu gerîlayên me şehîd nebûne, ev nûçe di çarçoveya şerê taybet ê dagirkeriyê de hatine serwîskirin. Divê gelê me û raya giştî ya demokratîk ji van nûçeyan bawer nekin.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
5’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa TC’ê a dagirker saet 01:00’ê herêma Şehîd Rustem û Mahîr Mîrzo yên girêdayî Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirine. Di van bomberdûmana de tu windahiyên hêzên me nîne.”