BEHDİNAN- Gerîlayên HPG’ê li dijî êrîşên dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker a li Xaxûrkê û Bradostê, li Zaxoyê li dijî leşkerên Tirk çalakiyek kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, derdorî saet 18:00’an gerîlayên HPG’ê çalakiyek li dijî navendên leşkerî yên artêşa Tirk a li Girê Biya ya girêdayî bajarokê Bêgova ya Zadoyê çalakiyek kirin.
Hate ragihandin di çalakiya nêzî saetkê dom kir de, gelek leşker hatine kuştin û birîndarkirin. Lê têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin girtin.