NAVENDA NÛÇEYAN
Gerillayên Azadiya Kurdistanê ya ku li eyaleta Serhedê derbe li ser derbe li leşkerên Tirk a dagirkeran dixe ne tenê di milê leşkeri de di heman demê de di milê psîkolojiyê de jî neyarê binxistiye. Lleşkerên Tirk a dagirker ya ku li beramberî derbên bş bandor a ku ji gerillayan dixwe bi medyaya şerê taybet dixwaze li ser windahiyên xwe veşire.
Di daxuyaniya HPG-BİM’ê ya ku 2’ê Hezîranê de hatibû diyarkirin ku 21 leşkerên Tirk a dagirker û 6 kontra hatiye kuştin. Ji bo vê windahiyên xwe veşire Wezareta Hundirîn a dewleta Tirk a faşîst lez bi lez daxuyaniya ku 2 gerilla şehîd ketiye belav kir. HPG-BİM jî bi daxuyaniyekî nivîskî vê daxuyaniya dewleta Tirk a faşîst derewandibû û vana diyar kiribû:
5’ê Hezîranê artêşa TC’ê a dagirker saet 03:00’an li devera Demirkapi ya navçeya Bazîd a Agiriyê bi destek balafirên keşfê yên bê mirov dest bi operasyonekê kirin. Balafirên şer ên hêzên dagirker heman rojê saet 04: 00 û 12:00’an qad bombe kirin. Di van bomberdûmanên hatin kirin de ti windahiyên hêzên me nebûne.
Artêşa Tirk a dagirker a li Serhedê derbên giran ji destê gerîla dixwun, bi rêya çapemeniya şerê taybet ragihandine ku di vê operasyonê de 2 gerîlayên me şehîd bûne. Ev nûçe nerastin û derew in. Di vê êrîşê de tu gerîlayên me şehîd nebûne, ev nûçe di çarçoveya şerê taybet ê dagirkeriyê de hatine serwîskirin. Divê gelê me û raya giştî ya demokratîk ji van nûçeyan bawer nekin.
Piştê polîtkayên şerê taybet a artêşa Tirk a dagirker hate vala li darxistin niha jî serok çeteya saziya bi navê “Wezareta Parastina Netewî” Hulusî Akar ji bo moralê bide leşkerên Tirk a k udi milê derûnî de binketine çû Îdîr’ê û serdana baregeha leşkeran kir. Bi taybetî ev herêmê ku serdanê kir di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de dimîne de Kalekolan ji aliyê gerillayên HPG û YJA-STAR’ê ve hatiye ruxandin.
Serokê saziya faşîst “Wezareta Parastina Netewî” Hulusî Akar bi Serokê Qurmayagiştî Orgeneral Yaşar Gûler, Fermandarê Hêzên Bejahî Orgeneral Ûmît Dundar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Bejahî Orgeneral Hasan Kûçûkakyûz ve lêkolîn û venêrênan kirin. Di vir de qaşo moral dida leşkeran serokçete Hulusî Akar; behsa ‘Sinorê’ kir û got ji Sînora Îran’ê li dijî Tirkiye falliyetên terorîst hene û pêvîste tedbîrên bênavber were girtin.
Me bere jî dîtibû ku bi serdanên wiha yê rutin encamek nehatiye girtin. Hêzên Gerilla li ku derê artêşa Tirk a dagirker tar û mar kiribe Wezîrên dewleta Tirk behna xwe wê derê de girtine. Wekî bere leşkerên Tirk bi çend rojan bi moralên ku qaşo Wezîran dane li ser piyan mane lê piştre dîsa bi çalakiyên bi bandor ên gerillayan ve tar û mar bûne.
Wisa xuyaye ku her çiqas biçi serdana van leşkeran û qaşo morale bidin jî di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî de di pêşerojê de wê li Eyaleta Serhedê dîsa gerillayan li neyar hedef bigrin û bi çalakiyan derûniya wan ser û bin bikin.
Arhat Ba