ST. GALLEN – Tevgera Ciwanên Şoreşger li Kantona St. Gallen a Swîsre’yê faaliyetek li dar xistin. Di çalakiya Ciwanan de belgefîlma “Bakur” hate pêşendan.
Berê ku temaşekirina belgefîlmê destpêbike ji bo şehîdên şoreşê di şexsê Şehîd Atakan mahîr û Şehîd Jinda de deqqeyek rêzgirtinê hate kirin. Gelek ciwan ku di tê de ciwanên ji tevgerên Sosyalîst jî hebû beşdarî temaşekirina belgefîlmê bûn.
Di çalakiyê de ku li ser gerillatiya Bakur û bi giştî Kurdistanê de agahî dayîn çêbû bi nirxandina pêvajoyê ve dawî bû.