BIRADOST – Balafirên şer ên dewleta Tirk di saet 06.40’an ê sibehê de careke din gundên Sîran û Xelîfan ên Biradostê bombebaran kirin. Şevê din jî artêşa Tirk bi riya du helîkopteran heman herêm bombeberan kirîbû.
Ji ber bombebaranê agir bi erazî ket. Gelek ziyan bi jîngeha herêmê bû.
Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, balafirên şer ên dewleta Tirk bi berdewamî li ser herêmê digerin.