NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Duran Kalkan li ser êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a ser herêma Xakurkê ji televîzyona Medya Haber re axivî. Kalkan li ser helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî nirxandin û hişyariyên girîng kirin û banga têkoşîna hevpar a li dijî dagirkeriyê kir.
‘Xuyaye ku bi dewleta Tirk re lihev kirine’
Duran Kalkan bal kişandin ku ji bilî aliyên leşkerî, siyasî û stratejîk ên dagirkeriya dewleta Tirk a li Xakurkê, aliyê wê yê ji milê Kurdan ve jî heye. Kalkan destnîşan kir ku lewma li hemberî êrîşan bi taybet jî dewleta Iraqê bêdeng e û wiha dom kir:“Xuyaye ku bi dewleta Tirk re lihev kirine. Jiber ku gundên bombe lê tên barandin leşkerên erkdar ên Iraqî li wir in. Hat gotin ku balafiran li pêşmergeyên PDK’ê dane û ragihandinê jî qala vê kir. Diyare wan destûr daye. Biryargeha me ya navendî daxuyanî da. Eger wan (PDK û dewleta Iraqê) destur nedaba, dewleta Tirk nedikarî yek ji van êrîşan jî pêk bîne. Jixwe salên bihurî xwestibû ji bejayî bikeve Başûr, lê gel li hin deveran destur neda û nekarîbû bihata. Di êrîşên niha de jî wisa dibe, divê ev were dîtin.”
‘Dewleta Tirk dixwaze Kurdan ji ser axa bav û kalan bavêje’
Kalkan da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk bi armanca dagirkirinê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi rastî jî êrîşeke bi armanca dagirkeriyê heye. Ji bo ku di hilbijartinên Stenbolê de zêdetir deng bistîne û jibo ku dagirkirin û komkujiyê li ser Kurdan bimeşîne êrîş dike. Neheq eû di rewşeke bêçare de ye. Ewqas ciwanên Tirk davêje nav agir. Dixwaze Kurdistanê bide valakirin, di xeta qirkirinê de gelê Kurd ji welatê bav û kalan qut bike, koçber bike. Çawa ku sala 1994’an li Bakur gund tev şewitandin, tarûmar kirin, li Başûr jî heman tiştî dikin.
Ji bo PDK û YNK’ê bangawazî
Duran Kalkan destnîşan kir ku li dijî êrîşan ti deng ji hikumeta Başûr dernakeve û axaftina xwe wiha domand: “Rêveberiyên PDK û YNK’ê ti helwest nîşan nedan, daxuyanî nedan. Lewma em van hêzan hem hişyar dikin û hem jî em dixwazin bangawaziyekê jibo wan bikin.
Hişyariya me ev e: Êrîşek û dagirkeriyek heye, ev li dijî hemû Kurdan e.
Bangawaziya me: Em amade ne bihev re li dijî vê dagirkeriyê liberxwe bidin. Divê em yek bin.”
Ji bo PDK’ê hişyarî
Kalkan têkildarî mijarê rexne li PDK’ê jî kir û ev hişyarî da: “Li ser van esasan çend gotinên me dixwest ji PDK’ê re bêjin hene. Em dibihîzin ku PDK bi dewleta Tirk re di nava têkilî û tifaqan deye. Dibêjin dema ku dewleta Tirk hewil dide çiyayên bilind bigire, PDK jî dixwaze gir û çiyayên miqabilî wan ên li Başur bigire. PDK dixwaze Xeta Goşîne, Gewriya Berbizinan,cihê jê re dibêjin Kanî Qirêj, girên bilind ên jora Sîdekan û herêma Biradost bi pêşmergeyên xwe bigire. Eger rewş wisa be, eşkere dibe ku bi vî awayî PDK û dewleta Tirk operasyoneke hevbeş li dijî gerîlayên PKK’ê dimeşînin. Eger gotin û tiştên tên gotin rast bin, wê demê teqez gotina me piştrast dibe. Ev lîstokek pir xeter e. Niha eger rêveberiya PDK’ê dîsa ketibe nava pîlaneke weke ya sala 1997’an, bila baş zanibe ku bi karên xeter re mijûl dibe. Eger hewil bide wan deverên navborî bigire û bi armanca ku berxwedana gerîla û gel a li hember dagirkeriya Tirk ji milê Başûr ve sînordar bike, bikeve nava hewildanan, ev tê wateya ku dikeve nava şer! Encama vê hewildanê ewê şer be! Bila herkes zanibe! Ez ji vira eşkere dibêjim û hişyar dikim: Eger PDK hewil bide weke 97’an bike, bi tifaqa bi dewleta Tirk re hewil bide û ji pişt ve li gerîla bide, wê şer derkeve. Ma em ne zarok in. Ev 12 sal in jixwe hemû baregehên PKK’ê li Başûr bi tifaqa dewleta Tirk û Amerîkayê dide bombekirin. Ji ber vê çendê, sed ciwanên Kurd dan kuştin. Bila qet kesek hesaba vê jî nake. Tu dibêjî qey cografya Kurdistanê û mirovên Kurd kîsê qûmê ye û dewleta Tirk çendî bixwaze dikare ewqasî bide ber bombeyan. Tiştek wisa çawa dibe? lewma bila hemû raya giştî û taybet raya giştî ya Kurdistan zanibe ku piştre me tawanbar nekin, sucdar nekin. PDK eger ji baregehên xwe yên heyî derkeve û ber bi qadên gerîla, qadên parastina Medya ve bikeve nava tevgerê, ev wê bibe şerê li hember gerîla. Li hember vê bersiva gerîla jî bêguman wê şer be! Emê wisa fam bikin û wisa jî tevbigerin. Ji bilî vê rêyeke em bidin ber xwe nîne. Em naxwazin ku tiştek wisa bibe. Em we dawet dikin, kerem kin werin em bi hev re li hember dagirkeriya Tirk şer bikin, em gundê Kurdan biparêzin û gundiyên herêma Biradost bila li warên xwe bi azadî bijîn, bi rehetî çandiniya xwe bikin. Bi ser halan de digotin PKK gundiyan ji gundan derdixe. Na, ne raste!Em gundiyan dernaxin, wan diparêzin. Gerîla hêza parastinê ye jibo gundiyan. Eger bi şewitandin û tarumarkirina gundan a dewleta Tirk re hevbeşî bikin, ewê bibin şirîkên sucê dewleta Tirk. Divê wisa nebe. Em eşkere PDK hişyar dikin û bi zelalî dibêjin ku em naxwazin wisa jî bibe. Em jibo tekoşîna hevbeş amade ne. Em teqez li dijî pevçûnên navxweyî û şerê birakujî ne. Lê belê eger weke cehşên li Bakur bikevin pêşiya dewleta Tirk a faşîst, qirker, qetilker a ku bajarên Bakur şewitand û wêran kirin, Efrîn tarûmar kir û niha jî dixwaze were Sîdekan jî bişewitîne û wêran bike û jê re pêşengtiyê bikin, wê demê bila ew hêz li xwe vegere binere ka ketiye çi halî. Li hember hêzeke wisa encax şer dibe. Rewşek wisa bi xwe re şer tîne. Qet tu kes bila nekeve rewşeke wiha, bila baldar bin, bihîstiyar û hişyar bin. Jibo wan ez dikarim van tiştan bêjim. Bangawaziya me, li hember dagirkeriyê berxwedana hevbeş e.”
Banga ji bo gelê Başûr
Duran Kalkan ji bo gelê Başûrê Kurdistanê û bi taybetî ji bo gelê Herêma Bradostê jî bang kir û got: “Jibo gelê me yê Başûrrêveberîya me bangawazîyek kir, em tevlî dibin. Bi rastî jî divê bi ruhê Şeladizê liberxwe bidin, berxwedanê li ger qadê belav bikin û li gelê Biradost û gundên Biradost xwedî derkevin.
Banga me jibo gelê me yê Biradost jî heye. Dostên me ne, em hemuyan silav dikin, wan ji nêz ve nas jî dikin. Rastiya dijmin baş nas bikin, hêza miqabilî xwe zanibin. Em naxwazin rewşek wiha rû bide, lê dijmin êrîşeke wiha li ser me ferz dike. Li hemberî vê ji bilî berxwedanê rêyeke din ji me re tune ye. Dibe ku em êşên giran bijîn, derbe bixwin, zehmetiyên mezin bikişînin. lê belêçi dibe bila bibe, emê liberxwe bidin. Gerîla wê we biparêze, hêz bidin gerîla, piştgirî bidin. Li dijî dijmin û nokerên wan derkevin. Dewleta Tirk pir qels bûye û teqez ewê bin bikeve. Di vê mijarê de bila kes netirse, xwe paş de nede. Eger em bibin yek, liberxwe bidin, li wan qadan nikare gavekê jî bi rehetî bavêje, nikare zêdetir bimîne, neçare bireve biçe ji vir. Lewma li hember lîstokên AKP’ê û xayînên di nav de yên ku hatine qaşo eşîran bixapînin hişyar bin, tenezul nekin, wan guhdar nekin û wan biqewitînin. Berovajî lî hember dagirkeriya faşîst a qirker hun jî bi gerîla re bibin yek, liberxwe bidin. Ev rûmet e, şeref e, pêşeroj e, azadî ye. Hemû gelê Biradost bi hêza ku ji dîroka xwe digire dîvê vê yekê bike. Teqez eger liberxwe bidin wê biser bikevin. Em liberxwe bidin û biser bikevin.”