EFRÎN – Îro li Efrînê du ciwanên Kurd ên bi navê Henan bin Hisên û Ebdulrehman Şêx Ahmed bin bîlal ji gundê Şêx dema diçûn bajarê Efrînê ji aliyê çeteyên dagirker ên Tirk ve hatin girtin û piştî îşkence wan bi guleyan qetilkirin.
Tê zanîn ku her du Ciwan karê firotina sebzeyan dikin û îro dema berê xwe dabûn bajarê Efrînê ji aliyê çeteyan ve hatin girtin û piştî îşkence hatin qetilkirin.