NAVENDA NÛÇEYAN
Ji nav qadên parastina medya yek ji hêlîna gerîla jî Garê ye. Erdnîgariya wê ya ku ji bo hêwirîna gerîla pir guncav e, hiştiye gerîla li vê qadê jî xwe demekî dirêj bicih bike û çeper bigre. Girê Zengil û Heft-tebax bi serê xwe xwedî heybet û xweşikbûneke cûda ye. Lê belê dema mirov derdikeve li ser girê Garê ku vê herêmê jî navê xwe ji vê girê girtiye, em berdin çar aliyê Garê, di serî de çiyayên Zapê, Çarçela hema hema hemû çiyayên bilind ên qadên parastina Medya dixuyên. Li ser vê girê ku derketina wê rêya seatan e û piştî derbaskirina şiverêyên ku bezkoviyan ditirsîne, dîmeneke birastî jî pêhempa heye. Ji vir hilhatina rojê ya ji nav Çarçela û avabûna rojê temaşe kirin, kêliyên zêrîn ên ku bi tu zarî û zimanî de nayên şîrovekirin li mirov dide jiyîn.
Li her çar aliyên Garê çiyayên asê û di nava geliyên kûr de jî çemên ku bihûştê di bîra mirov de weke nîgarekê zindî dikin hene. Yek ji van çeman jî ava Şêranê ye. Aliyekê wê rêze çiyayên Heft-tebaxê û li aliyê wê yê din jî rêze çiyayên Zengilê heye. Ava Şêranê jî ji nav geliyê kûr ê van herdu rêze çiyan afirandiye de diherike. Di destpêka çem de gundê Şêranê heye. Gundekî gelekî kevnar e. Lê belê ji ber heyamên şer çi mixabin ev gund hatiye vala kirin. Darên spîndarê yên li bintara gund wekî ku sema girtine, li ber bê direqisin. Ji ber darên spîndarê, baxçeyên dirî, gûz û hêjîran ên di halê xwe de hatine hiştin ango terikandin mirov ji jor de cihê derketina, zayîna ava Şêranê nabîne. Li seran serî ava Şêranê darên ku dor avê rêz bûne, wekî ku bi tirsa dê ev av jî me biterikîne ew dorpêçkirine û hembêz kirine hene. Ava ku giyan dide wan, wekî ku ew jî dixwazin wê ji her cure qirêjahiyê biparêzin pêçane.
Gelo dîmenên ku çav û dil kişandiye çi qas dikare were vegotin? Ava ku wekî zîvê dibiriqe di çi astê de dikare were behs kirin? Zelaliyeke wîlo ye, wekî ku mirov bi hezaran stêrkên li ser hev de kom bûye tamaşe dike. Belê ava Şêranê jî xwedî zelaliyeke wiha ye. Di cihê wê ye herî kûr de jî mirov pir hêsan binê avê dibîne. Mirov li rengê wê mat dimîne, çawa dibe aveke rengê kesk dihewîne ew qasî zelal û fenanî stêrkan diteyise. Ne biriqandineke qelb û zexel e, bi temamî qemişîneke xwezayî ye.
Her çi qas cih bi cih û di demsalên bihar û payîzê de ava wê har bibe jî, beravajî çemên din, taybetmendiyeke xwe ya cuda heye. Xof ango tirsê li mirovan zêde nade jiyîn. Dibe ku ji ber sedema ava wê ya narîn û zelal be tim û tim mirovan ber bi xwe ve dikişîne. Dema mirov ji ber re derbas dibe, ne pêkan e ku xwe bigre, neçe ser û ji ava wê ya solîna jiyanê venexwe.
Taybetmendiyeke ava Şêranê ya ku wê ji çemên din cudatir û xweşiktir dike jî hewzên wê yên li binê hev weke kevirên domîno rêz bûne û şilavên van hewza ye. Wekî ku her hewzeke wê ji aliyê peykersazê herî pispor ve hatiye hunandin. Wekî ku têkûzbûn û erjengbûna nepeniya xwezayê di çêbûna van hewzan de veşartiye. Çawa ku her pirtikeke berfê ji hev cuda ye, hemû hewzên seranserî avê jî ji hev cuda ne.
Wekî ku hemû bedewiyên gerdûnê ji bo xweşikbûna te derbixînin holê hatine rêxistin kirin. Wekî ku xweza ji bo te derbixîne li holê hemû hêzên xwe seferber kiriye. Birastî jî tu pir bedew î û bedewiya te di mirov de ponijandineke felsefîk diafrîne. Di cîhana îroyîn a ku dixwazin gelek tiştan bêwate bikin de tu wekî abîdeya raman î.
Ma pirtûkên pîroz û zanist jî nabêje, yekemîn zindî di avê de çêbûye? Gelo ji ber vê ye her zindî xwe nêzî avê digre û parçeyeke hebûna wê jî av e. Te bi comerdiyeke mezin ve bereket da axê. Pepûleyek bi wê ava te ya kesk ve xwe dide jiyîn. Pezkovî, cûk, bi kurtasî zindiyên vî warî bi hebûna te ve hene. Wekî her çemekî, tu jî dilê gerdûnê yî. Şaristaniya kapîtalîst nizane ku biqirêjkirina te ve tevahî, dawiya xwe jî tîne. Lê tu her li ber xwe didî, tewer di vê berxwedanê de, tu ne bi tenê yî jî. Rêhevalên te yên gerîla ligel te û li hemberî heman qirêjahiyê şer dikin. Ew jî wekî te ji bo cîhaneke ku têde dagirkerî, qirêjahî nîne, ti tiştek nayê bê watekirin û ji cewherê xwe dernakeve têdikoşin. Ew jî wekî te bi aweyekî herî xwerû û paqij dijîn û parçeyeke vê gerdûnê ne.
Gerîlayên rêwiyên rêyên dirêj bêhna xwe li keviyên te vedidin. Li ber wê dengê te yê newaya xwezayê ye dikevin di nava bîranînin rabirdû û dahatû. Ji ber van kêliyên pêhempa, gerîla bi hebûna te û ji ber ku ew jî her te diparêzên tu jî bi hebûna wan şanaz î. Guhê wan her li wê newaya te ya giyana mirovan aram dike ye. Ew bi zimanê xwezayê ve, bi te re diaxifin. Ê herî baş te fêm dike rêhevalên te yên gerîla ye. Ji ber vê yekê rêhevalên te yên gerîla dê her dem ligel wê dengê pelên te yî wekî şêran digurmije, li hemberî her cure qirêjahiyê şer bikin û wê nehêlin dilê xwezayê ziha bibe û bimiçiqe.
Ferzad CELALIYAN