CİZÎRA BOTAN – Şaredariya Cizîra Botan a navçeya Şirnex’ê li kolana hûnerê şahiyekî mûzîkê li dar xist. Ji şahiya ku Parlamenterê HDP a Şırnexê Hûseyîn Kaçmaz û Hevserokêk Şarederiyê jî beşdarbû ji aliyê gel ve elegeyek mezin hate nîşandan
Parlementerê Şirnexê a HDP’ê li konsere axaftinek kir û behsa bûyerên îstîsmar û bikaranîna maddeyên hêşbir kir. Kaçmaz, got ku wê ciwanên Botanê bi nasnameya xwe ya berxwedêr li dijî hêşbir û îstîsmarê bisekînin û bang li hemû ciwanan kir ku xwedî nasnameya xwe derkevin. Di şahiyê de Dengbêj Rêzan Batuyî Mahabad, Umut Botan û Asker Cîzîrî cih girt. Di şahî de dirûşmên “Şehîd Namirin” hate berz kirin.
Şahî bi govend gerandinê dawî bû.