SILÊMANÎ – Endamên Ciwanên Welatparêz bi armanca nîqaşkirina li ser rewşa heyî ya li Başûrê Kurdistan çûn serdana partiya Yekîtiya Ciwanên Kurdistan.
Komek ji endamên Komîteya Dîplomasî ya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanî Têkoşer çûn serdana rêxistina Ciwanên Yekîtiya Kurdistan ku girêdayî partiya Yekîti a Kurdistanê ye.
Di serlêdanê de berpirsyarê Yekîtiya Ciwanên Kurdistan Hêmin Muhemed pêşwaziya komê kir. Hêmin Muhemed keyfxweşiya xwe ji bo serdana Ciwanên Welatparêz anî ziman. Hewrê Karwan endamê Ciwanên Welatparêz jî diyar kir ku ew bi armanca avakirina Eniya Yekîtiya Ciwanan hatine serdana rêxistinê û bang li hemû rêxistinên Ciwanên Başûrê Kurdistan kir ku bibin yek hêz. Hêmin Muhemed di encama niqaşan de daxuyakirin ku ew ê hemû erkên dikevin ser milê wan pêk bine.