NAVENDA NÛÇEYAN- Di van demê dawî de zêdebûna hejmara mirinê leşkerê TSK pirsa “dibe TSK leşkerê xwe tesfiye dike” zêde dike. Di aliyekî de di bin navê têkoşîna bi PKK’ê re êrîşê dagirkeriyê saz dike, di aliyê din de ji derveyê operasyonê jî mirinên leşkera zêde bûne. TSK ji bo van mirina veşêre sedemên cûr bi cûr li hev tîne. Her roj xwekuştina çend leşkera di rojeva çapemeniya Tirk de derdikeve pêş û ji rojevan de ya herî balkêş jî ev e.
Gelo Di Nav TSK’ê de Konsepta Tunekirinê Tetbîk Dibe?
Xuyaye ku di nav TSK’ê bî navê xwekuştinê hejmara leşkerê tên kuştin zêde dibin. Dawiyê de Li Amedê polêsê tevgera taybet Mustafa Îlhan, li nav wesayîta bizirx de ji serê xwe lêxistî hate dîtin. Her çiqas bibêjin li ser xwekuştinê disekinin jî, mirina leşkerên di gurimtiyê de çûn di hişê mirov de şikê dihêle, sergirtina bûyerê bertekan kom dike. Ji bo veşêrên sedemê wek qeza bûye ji bend şiqitiye nîşan dikin. Di aliyê din jî doh ji nuçeyek çawîşek ji helîkopterê ketiye belav bû. Ev rasthatin in? An jî rewşeke tê bawer kirin e? Ji helîkopterê çawa dikeve ser zinara? Piyê wî şiqitî an hate şiqitandin? Gelek mînakên wek vê mirinê leşkera hene. Divê li ser vê rastiyê lêkolîn bê kirin û rastî derbikeve holê.
Yê Ku Operasyona de Wenda Dikin Di Çapemeniyê de Wek “Xwekujî” tê Nîşan Kirin
TSK’ê di operasyona dagirkirina Xakûrkê de jî wendahiyê giran ji asta jor dan, di çapemeniyê de qet tu awayî cîh nadine van mirina. Ew leşkerê li bajarên Kurdistanê Şirnex, Cizîr, Sûr, Gever, Nisêbîn berxwedanê xweseriyê de gelek sîvîl kuştin niha li vê operasyonê de yek bi yek bi aliyê gerîla ve tên îmha kirin. Di wê demê leşkerên asta jor yê komkujiya şirnexê de cîh girtin, îro operasyona dagirkirina Xakûrkê de cih digirin bî berxwedana gerîla ve tên kuştin. TSK di vê êrîşa dagirkirinê de bi aliyê gerîla ve rastî berxwedaneke mezin tê û wendahiyên giran dide. Wendahiyên ku van operasyona de her çiqas wek xwekujî bê nîşan kirin jî, bilançoyê ku gerîla ji raya giştî re parvedike nîşan dike rewşa rast wek gotina wan nîne.