ZURÎH – Adil Sunger (Lecwan Mûnzûr) û Rûhat Tabak (Çekdar Botan) ên ku di Hezîrana 2016’an de li Qendîlê di bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê hatin bibîranîn. Bibîranîn ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Komîsyona Malbatên Şehîdan hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî tevlî bibîranîna li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk bûn.
Di bibîranînê de çalakgerê TCŞ’ê helbesta ‘Serokê min’ a ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xwend.
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW)ê gotina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ji bo şehîdbûna Kemal Pîr gotibû “Em bi geşkirina têkoşînê û bi xwedîlêderketina şehîdan dikarin layîqî şehîdan bin” hate bibîrxistin.
Diya şehîd, dayika Îsmîhan jî got ku “Şehîd rêya me ronî dikin û şehîd ji vê têkoşînê re bûne rêheval. Em bi şehîdên xwe serbilind in.”
Di bibîranînê rêhevalên têkoşînê yên şehîdan jî axivîn û bibîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bêserok jiyan nabe’ bi dawî bû.