HEWLÊR – Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê ji bo tevlî merasîma sondxwarinê ya serokê herêmê bibe gihişt Hewlêrê. Çavuşoglu ji aliyê hevkarê xwe Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazî kirin.
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mewlud Çavuşoglu ji bo tevlî merasîma sondxwarinê ya hevkarê xwe Nêçîvan Barzanî bibe gihitş Hewlêrê. Çavuşgolu ji aliyê hevkarê Nêçîrvan Barzanî û Qubat Telebanî ve hat pêşwazî kirin.
Hêjayê gotinê ye îro li Hola Seîd Ebdullah a Hewlêrê wê Nêçîrvan Barzanî bi tevlî neyarên Kurdan qaşo weke serokê Herêma Kurdistanê sond bixwe û dest bi hevkariyê bike. Ji bo şopandina merasîmê rojnameger destûrê ji ragihandina Parlamentoya Herêma Kurdistanê werdigirin.
Lê di nava ragihandina Başûrê Kurdistanê de tenê rê nehate dayin ku ajansa RojNews beşdarî merasîmê bibe û bişopîne.
Ji bo wergirtina destûrê ajansa RojNews du rojin li gel berpirsên ragihandina parlamentoyê Tariq Cebar û Saman Mihemed di nava peywendiyan de ye. Lê bi hînceta ku ‘Cih qelebalixe’ weke ku tenê wê tîma ajansa RojNews wê qelebaxiyê çêbike, destûr nehate dayin.